Li Reqayê 2 şehîdên QSDˋê hatin oxirkirin

Xelkê kantona Reqayê cenazeyên 2 şervanên Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˋê şehîd Şaban Ebid El Şahadê û Firas Mihemed El Bîco li goristana şehîdan a bajarokê Hikumiyê spartin oxirkirin.

23 mijdar, 2024   16:49
REQA

Bi sedan xelkê kantona Reqa, saziyên sivîl û leşkerî, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Sûriya Pêşerojê li goristana şehîdan a bajarokê Hikumiyê kom bûn û her du şehîd Hêzên Komandos ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) oxir kirin.

Şehîd Hogir Reqa (Fîras Mihemed El Bîco) di 21ˋê Mijdarê de û Şaban Reqa (Şaban Ebid El Şedadê) di 22ˋyê Mijdarê de dema li ser erka xwe ya leşkerî bûn li kantona Firatê şehîd bûn.

Di merasîmê de li ser navê Hêzên Komandos fermandar Mehmûd Kobanê axivî û got Em her du şehîdên xwe ku di oxira vî welatî de şehîd bûn, oxir dikin."

Mehmûd Kobanê diyar kir ku dijmin hewl dide vê xakê dagir bike, lê nizane hêz û gelê vî welatî li ber xwe didin û dê bi ser bikevin.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Şehîdan, Gazî û Dîlgirtiyan Îbrahîm El Hemod axivî û got: "Ji vê xaka lehengan em berxwedana şehîd û mezinên me li hember dagirkeriya Osmanî pêk aniye, bi bîr tînin."

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hatin kirin.

(fr)

ANHA