Li Efrînê welatiyek hat revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê welatiyek revand.

Li Efrînê welatiyek hat revandin
27 îlon, 2024   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên "Polîsên leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh (26 Îlon) welatiyê bi navê Rêzan Mihemed Nûrî (49) revand.

Çavkaniyan diyar kir ku Rêzan Mihemed Nûrî ji bajarê Mabata ye, ji mala xwe ya li kolana Kwafêrat a nêzî nexweşxenaya Cîhan a li bajarê Efrînê hat revandin.

(bb)