Larîcanî: Dan û standinên bi DYA’yê re heya radeyekê baş bûn

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî got dan û standin bi DYA’yê heya radeyekê baş bûn. Hate ragihandin ku dan û standin ji bo diyarkirina dema tora pêş dewam dikin.

Larîcanî: Dan û standinên bi DYA’yê re heya radeyekê baş bûn
11 sibat, 2026   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî anî ziman ku dan û standinên bi Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê (DYA) re heta radeyekê baş bûn. Larîcanî got: "Diyar e ku amerîkî dixwazin ber bi çareseriyekê ve biçin, lê ne mimkûn e piştî civînekê tenê biryareke were dayîn. Civîn didomin."

Larîcanî li ser serdana xwe ya Omanê jî anî ziman ku serdan “di çarçoveya têkiliyên dîrokî yên bihêz ên di navbera Îran û Omanê de” pêk hat û got civînê bi mijarên pêşbiniyên Îranê yên der barê bilindkirina asta têkiliyên bazirganî û hevkariya pêşkeftinê de, her wiha şêwirmendiyên li ser mijarên herêmî û navneteweyî hat kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnimê, dan û standin ji bo diyarkirina dema dan û standinên pêş dewam dikin û dê di dema pêş de were ragihandin.

Di heman çarçoveyê de, medyaya Îsraîlê ragihand ku serokê DYA’yê Donald Trump pêşwaziya serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kir û da zanîn ku dê encamên gera yekem a dan û standinan bi Îranê re nîqaş bikin.

Her wiha hate diyarkirin ku nûnerê taybet ê DYA’yê Steve Wittkopf û zavayê Trump Jared Kushner jî dê beşdarî civînê bibin. Tê payîn ku di civînê de vebijêrkên leşkerî yên muhtemel ên li dijî Îranê, zanyariyên îstîxbaratî yên der barê kapasîteya leşkerî û bernameya mûşekên balîstîk ên Îranê de werin nîqaşkirin.

(bb)