Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi qasî 5 saetan bi Rêber Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya.

Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
3 mijdar, 2025   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û ji parêzerên Buruya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, piştî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriyan.

Civîn bi qasî 5 saetan dom kir. Tê payîn ku şande daxuyaniyek nivîskî bide.

(fr)