Li Wanê meşa bi hezaran kesî ya li dijî desteserkirina vînê

Li Wanê bi hezaran kes di çalakiya ku bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) hat lidarxistin de li dijî desteserkirina vînê meşiyan.

Li Wanê meşa bi hezaran kesî ya li dijî desteserkirina vînê
16 sibat, 2025   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî daxuyaniya ku bi beşdarbûna nûnerên Partiyê hat kirin, girseyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” ji Kolana Cûmhûriyetê heta avahiya DEM Partî ya bajêr meşiyan.

NÛNERÊN SIYASÎ MEŞIYAN

Di meşê de Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Endamê Partiya Çep a Kesk Nacî Sonmez, Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Tevgera Kedê (EHP) Senem Denîz Kural, Endamê Lîjneya Rêveber a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Orhan Kok, Seroka Giştî ya Pariya Jinûve Avabûnê (SYKP) Feray Mertoglû, parlementer û hevşaredar amade bûn.

Girseyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Abdûllah Zeydan rûmeta me ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Bijî berxwedana gele Wanê” gihiştin avahiya DEM Partiyê.

LI DIJÎ DORPÊÇA POLÎSAN MEŞIYAN

Girse dema gihişt avahiya Partiyê, polîsan avahiyê dorpêç kirin û nehiştin kesên li hundir derkevin. Di navbera welatî û polîsan de gengeşe derket. Piştî gengeşetê girseyê barîkatên polîsan derbas kirin û ber bi taxan ve meşiyan.

Meş li gelek taxên bajêr dewam kir. Di tevahiya çalakiyan de îşaret bi piştevanî û berxwedanê hat kirin