Jinên ji Sirînê: Hêviya me dîtina Rêber Abdullah Ocalan e

Jinên ji bajarê Sirînê diyar kir ku dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bibînîn û got “Divê her kes ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê bikoşe.”

Jinên ji Sirînê: Hêviya me dîtina Rêber Abdullah Ocalan e
22 mijdar, 2025   03:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Jinên ji bajarê Sirînê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fizîkî de ji ANHA`yê re axivîn.

Eyîşe Îbrahîm destnîşan kir ku 26 sal e Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê ye û got: "Rêber Apo xwediyê fikir û felsefeya azad e. Divê hemû jin jî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin."

Eyîşe diyar kir ku wê têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didomînin.

Rûqeya Mihemed diyar kir ku jin ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kar û xebatên xwe bi pêş dixin da ku azadiya wî misoger bikin û got: “Jinan bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwe nas kir.”

Fatma Mele jî wiha got: "Rêber Apo di zindana Îmraliyê de ye, lê fikir û felsefeya wî di nava me de dijî û di dil û mêjiyê me de ye.”

Fatmayê diyar kir ku divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşe da ku di nava xwe de bibîne.

ANHA