Krîza mirovî ya li Siwêdayê aloztir dibe

Li bajarê Siwêda ya dorpêçkirî, derbaskirina alîkariyan tê astengkirin. Hêrsa xelkê bajêr li hember siyasetên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bilindtir dibe. Di heman demê de xelkê bajêr ji bo sivikkirina bandora krîza mirov a li wir çêbûye, banga destwerdana derve û vekirina korîdoran bi Urdunê û Rêveberiya Xweser re dikin.

Krîza mirovî ya li Siwêdayê aloztir dibe
11 tebax, 2025   06:05
SIWÊDA

Rêveberê firineya giştîa li bajarê Siwêdayê, Miwefeq Ebdulbaqî krîza mirovî li bajêr li gel dorpêçê û wêraniya pê hatî, vegot. 

Ebdulbaqî diyar kir ku piştî wêrankirina gundan, şêniyên wan gundan ber bi bajêr ve koçber bûn û di encamê de qerebalixeke zêde çêbû û êdî li pêşiya firineyanan û dikanan sirên dirêj çê bûn.

Li gorî Ebdulbaqî, alîkariyên mirovî yên ku dem demê derbasî bajêr dibin kêm in, têra rojekê yan du rojan nakin. Asta herî kêm a pêdiviyên bajêr peyda nakin. Nemaze ku derbaskirina alîkariyan bi awayekî fermî di rêyên bajêr re yên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de bi sîstematîk têne astengkirin.

Ebdulbaqî da zanîn ku ard, maya (hevîrtirş) û sotemeniya pêwîst ji bo xebitandina firineyanan, kêm in, lewma kapasîteya firineyên taybet kêm bû û ew jî bi xwe re zext li ser firineyên giştî zêde kir.

Bi nêrîna Ebdulbaqî domandina vê rewşê, li ser ewlehiya xwarinê ya bajêr gef e. Her wiha bang kir ku alîkarî bi awayekî domdar û adil, beyî şertên siyasî derbasî bajêr bibin. Ebdulbaqî bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên têkildar kir ku destwerdanê bikin.

Şêniya bi navê Ibtîsam El Sefedî jî ku di sira firinê de bû ji bo ku nan bikire got, ji bo ku nan bi dest bixe mecbûre heta saetên dirêj di sira de bimîne.

Ibtîsam anî ziman ku êşa xelkê bajêr bi koçberiyê re, dema zarokên xwe li eniyan ji dest dan, li gel nebûna piştgiriya rastîn ji aliyê hikumetê ve, duqat bû.

Ibtîsam wiha domand: “Ji bo ku em siyaseta hikumetê ya ku nahêle alîkarî derbas bibin, ketina kamyonên alîkariyan ên ku Rêveberiya Xweser şandine asteng dike, şermezar bikin em li qada Kerama pê li êşên xwe dikin û ew helwesta wê şermezar dikin. Dema ku hikumet dixwaze xwe aliyê yekane yê ku piştgiriyê dide nîşan bide, şênî ji birçîbûnê re dimirin.”

Endzeyar û çalakvanê siyasî Musena El HInawî jî got: “Ev 25 roj e Siwêda dorpêçkirî ye. 32 gund bûne kavil, 12 gund bi temamî hatine valakirin. Zêdetirî 150 hezar kes koçber bûne li dora bajarê Siwêdayê di nav şert û mercên trajedîk de dijîn.”

El Hinawî destnîşan kir ku alîkariya digihêje bajêr gelekî kêm e, piraniya alîkariyan li sînorên bajarê Derayê hatine astengkirin, piştî dîmenê dikişînin gelek ji wan kamyonan dîsa vedigerînin Şamê û hikumeta veguhêz dixwaze ku ew tenê piştgiriyê belav bike lê şênî vê ti carî qebûl nakin.

El Hinawî got: “Hikumet, gelê xwe kuşt. Ne ji mafê wê ye ku alîkariyan belav bike. Em mekanîzmeya belavkirinê ya Heyva Sor jî red dikin ku girêdabûna xwe bi saziyên desthilatê û rêveberên HTŞ`ê re isbat kir.”

El Hinawî di dawiyê de bang kir ku korîdor bi Urdunê û Rêveberiya Xweser re werin vekirin, alîkarî bi rêya balafiran derbasî bajêr bibin, çapemeniya cîhanî bikeve bajêr û komîteyeke navneteweyî ya lêkolînkirina rastiyan bê avakirin.

(şx)

ANHA