Koçberên Efrînê: Vegera me bi çareseriya  krîza Sûriyeyê ve girêdayî ye

Şêniyên bi darê zorê ji Efrîna dagirkirî hatine koçberkirin diyar kirin ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê nikare şert û mercên ewle ji bo vegera koçberan peyda bike. Şêniyan ji bo bidawîkirina dagirkeriyê daxwaza destwerdana navneteweyî ya bilez kir.

Koçberên Efrînê: Vegera me bi çareseriya  krîza Sûriyeyê ve girêdayî ye
Koçberên Efrînê: Vegera me bi çareseriya  krîza Sûriyeyê ve girêdayî ye
Koçberên Efrînê: Vegera me bi çareseriya  krîza Sûriyeyê ve girêdayî ye
Koçberên Efrînê: Vegera me bi çareseriya  krîza Sûriyeyê ve girêdayî ye
Koçberên Efrînê: Vegera me bi çareseriya  krîza Sûriyeyê ve girêdayî ye
11 tebax, 2025   03:50
TEBQA

Ji ber tevliheviya ewlakariyê û komkujiyên li herêmên di bin desthilata hikûmeta veguhêz de, diyar e ku ev hikûmet nikare xalên peymana 10`ê Adarê, bi taybet xalên der barê vegera ewle ya koçberan de, pêk bîne. Li şûna wê hikûmeta veguhêz ev mijara vegerê weke zexteke siyasî li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne. 

Çalakvanê mafên mirovan û rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan - Efrîn Sûriyeyê, Îbrahîm Şêxo, da zanîn kir ku mafê vegerê bi zelalî di Peymana Navneteweyî û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de hatiye destnîşankirin. Lê belê, tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin, bi taybetî li deverên ku piraniya wan Kurd in wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, her wiha Siwêda, Deraa û peravê, nîşan didin ku koçberkirin li ser bingeha nasnameyê pêk tê.

Şêxo destnîşan kir ku ev maf ji hêla hin hêzên siyasî ve wekî zexteke bazar û şantajê tê bikaranîn, ev yek jî binpêkirinek eşkere ya zagona navneteweyî ye.

Şêxo diyar kir ku kesên ku ji 8 salan zêdetir koçber bûne hîn jî nikarin vegerin û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo pêkanîna peymana 10`ê Adarê ya navbera fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî û serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de, rolek çalak pêk bînin, bi taybetî xala pêncemîn a peymanê ya têkildarî vegera ewle.

Şêniya bi navê Elîf Mihemed ku ji Efrîna dagirkirî koçber bûye, da zanîn ku vegera ewle mafekî rewa ye, lê ew maf tenê bi garantiyên navneteweyî û vekişîna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Efrîn dikare pêk bê.

Elîf diyar kir ku vegera takekesî ya hin şêniyan nîşan da ku rewş hîn jî xeternak e, kesên vegeriyan rastî tundî, revandin û binpêkirinan tên. Elîf destnîşan kir ku vegera di bin dagirkeriyê de ne ewle ye û armanca wê tenê şikandina îradeya koçberan e.

Şêniyê bi navê Mihemed Beyrem, ku ew jî ji Efrîna dagirkirî koçber bûye, got, hikûmeta veguhêz ne li Efrîn û ne jî li Şamê, nikare ewlehiyê biparêze, ev jî nîşan dide ku hikûmet ne nikare biryarên der barê siberoja welêt de bide.

Beyrem wiha zêde kir "Çete ji Efrînê dernektin û rê nedan ku hêzên ewlehiyê yên hikûmetê yên bi navê "Hêzên Ewlehiya Giştî" derbas bibin, ev jî qelsiya hikûmetê û nekarîna wê ya pêkanîna aramiyê nîşan dide. Lewma mijara vegera kesên ku bi zorê ji Efrîn û Şehba koçber bûne mijareke navneteweyî ye ku hewceyê destwerdana bilez li ser asta herêmî û navneteweyî ye. "

Beyrem di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka Efrîn û Şehbayê bi çareserkirina krîza Sûriyeyê bi tevahî ve girêdayî ye. Her wiha da zanîn kir ku ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyeke berfireh, divê Fransa, Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, welatên Ereb, kesayetên siyasî û rewşenbîrê yên li Sûriyeyê, roleke çalak pêk bînin da ku şert û mercên vegera ewle û aram peyda bibin.

(k)

ANHA