Ji bo kêmkirina bandora germê li zeviyên çandiniyê hin şîret

Rêveberiya Komîteya Çandinî û Sewalkariyê ya kantona Reqayê ji bo kêkirina bandora germê li ser zeviyên pembo û garisê hin şîret dan cotkaran.

Ji bo kêmkirina bandora germê li zeviyên çandiniyê hin şîret
11 tebax, 2025   05:05
REQA
MIZGÎN ELÎ

Ji rêveberên Komîteya Çandinî û Sewalkariya ya kantona Reqayê Hemûd Şirîda da zanîn ku ev pêla germahiyê di dema vebûna kulîkên berhema geris de çêbûye, lewma dibe ku bandorê lê bike. Şirîda diyar kir ku ew heta niha nizanim ka çi ziyan li zeviyên pembo bûye, lê nîşaneyên destpêkê ne baş in.

Şirîda da zanîn ku pêla germahiyê bandorê li kêzik û kurmikan jî dike, ku tevgera wan zêde dibe û ev kêzik û kurmik bandorê li çandiniyê dikin.

JI BO COTKARAN ÇEND ŞÎRET

Ji bo kêmkirin bandora germahiyê li ser zeviyên pembo û garisan, Şirîda çend şîret arasteyê cotkaran kir, ji wan şîretan ku avadaniya zeviyan zêde bikin da ku bandora germê li çandiyên kêm bibe. Her wiha ji bo çandinî xwe li ber germahiya zêde bigire divê semadên guncaw bêne reşandin.

Şirîda her wiha ji cotkaran xwest ku dermanên nû yên ku hêzê didin çandiniyê bi kar bînin.

Şirîda ji bo şopandina bandorên germê û girtina tedbîrên pêşîlêgirtinê yên guncaw bal kişand ser  girîngiya hevkariya di navbera cotkaran û navendên çandiniyê yên pispor de.

(k)

ANHA