Koşka Spî: Hîna Trump peymana agirbesta bi Îranê re îmze nekiriye

Koşka Spî diyar kir ku ji bo agirbesta di navbera DYA û Îranê ya 45 rojane pêşniyarek heye, lê hîna Trump li ser pêşniyarê îmze nekiriye.

Koşka Spî: Hîna Trump peymana agirbesta bi Îranê re îmze nekiriye
6 nîsan, 2026   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî da zanîn ku ji bo agirbesta bi Îranê re pêşniyarek hatiye kirin ku 45 rojane agirbest çêbibe, lê serokê Amerîkayê Donald Trump hîna ev li ser pêşniyarê erê nekiriye û şer berdewam e.

Rayedarekî Koşka Spî ji AFPˊê re got, "Ev pêşniyar ji nava gelek pêşniyaran e, lê serok Trump hîna li ser îmze nekiriye. Operasyonên me berdewam in."

Rayedar anî ziman ku wê serok di civîna çapemeniyê ya ku tê payîn saet 17.00ˊan GMT de li dar bikeve zêdetir li ser aloziyê biaxive.

(fr)