Bi 3 dronan êrişî mala Hisên Yezdan Pena hat kirin

Rejîma Îranê bê navber kamp û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike. Îro jî li sînorê Dêgele ya Koye ya Başûr mala Hisên Yezdan Pena hate êrişkirin.

Bi 3 dronan êrişî mala Hisên Yezdan Pena hat kirin
6 nîsan, 2026   19:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) berî niha dîmenek belav kir û diyar kir ku mala Serokê PAK’ê hatiye hedefkirin.

PAK’ê ragihand bi 3 dronan êrişî baregeha Pakşar ya PAK’ê ya li sînorê Dêgeleyê ê Koye yê Başûr hatiye kirin.

Hate ragihandin ku di êrişan de mala Serokê PAK’ê Hisên Yezdan Pena û mala welatiyê sivîl hatiye hedefkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye şevê din jî 10 caran bi dronan êrişî ser kamp û baregehên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li Koye û heman demê êrişî baregeha Komeleya Şoreşgeran ya Kurdistanê ya li Taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hatibû kirin.