Konvoya gel ji Kobanê berê xwe da Tişrînê
Şêniyên kantona Firatê ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin. Şêniyan diyar kir ku ew ê bendava xwe biparêzin heta digihêjin armanca xwe.
Bi sedan şêniyên Katona Firatê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê kom bûn û ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin. Ev konvoya 6`emîn a kantona Firatê ye ku diçe bendavê.
Şêniyên cihê xwe di konvoyê de digirin nêrînên xwe anîn ziman.
Zerîfe Hesen anî ziman ku wiha got: “Her pênc carên berê zarokên min diçûn Bendavê, lê vê carê min jî xwest berê xwe bidim bendavê. Em ê her tim jî berê xwe bidin bendava Tişrînê da ku em bendava xwe ji êrişên dagirkeriyê biparêzin.”
Zerîfeyê diyar kir ku ew ê her tim berê xwe bidin bendavê heta ku ew digihêjin armanca xwe û ev li axaftina xwe zêde kir: “Nobeta li Bendava Tişrînê kete meha xwe ya sêyemîn, dîsa jî gel bi coş û moraleke herî mezin berê xwe dide bendavê.”
Her wiha Sibhî Xelîl destnîşan kir ku ew tu carî bendavê ji dagirkeriyê re nehêlin û wiha pê de çû: “Em berê xwe didin bendava Tişrînê da ku em piştgiriya şervanên xwe bikin û bendava xwe ji êrişên dagirkeriyê biparêzin.”
Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bendava Tişrînê bendava me, em tu carî bendava xwe ji dijmin re nahêlin. Em ê bendava xwe biparêzin heta ku ku digihêjin armanca xwe.”
(sş)
ANHA