Konseya Ewlehiyê dê der barê Xezayê de bicive

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dê îro bi mijara gihandina alîkariyan ji Xezayê re bicive.

 Konseya Ewlehiyê dê der barê Xezayê de bicive
16 îlon, 2024   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê îro têkildarî şandina alîkariyên mirovî ji bo Xezayê bicive. Endamên konseyê dê li koordînatora kar û barên mirovî û jinûve avakirina Xezayê Sigrid Kaag guhdarî bikin.

Sigrid Kaag sala 2023’yan bi biryara NY’yê ya 2720’an wezîfeya Koordînatora Bilind a Kar û Barên Mirovî û Avakirinê girtibû. Li gorî biryara ku di Kanûna par de ketibû meriyetê ji serketerê giştî yê NY’yê hatibû xwestin ku ji bo lezkirina şandina alîkariyên mirovî ji Xezayê re, bernameyekê çêke.

(bb)