Kongreya Yekitiya Cotkar û Sewalkaran hat lidarxistin

Yekitiya Cotkar û Sewalkaran a Qamişloyê kongreaya xwe ya yekem li dar xist. Di kongreyê hevserokên yekitiyê hatin hilbijartin.

3 kanûn, 2025   16:19
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Bi birêxistinkirina cotkar û sewalkaran, em ê aboriyeke civakî ava bikin, dest bi dest" Yekitiya Cotkar û Sewalkaran kongreya xwe ya yekem li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Rimêlanê li dar xist. 

Nêzîkî 200 delege ji bajarên Amûdê, Til Hemîs, Dirbêsiyê, Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrikê, her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

Di kongreyê de hevseroka Yekitiya Cotkar û Sewalkaran a Kantona Cizîrê Şerîfa Umer axivî û diyar kir ku konferans gaveke girîng e; ji ber ku cotkar û sewalkar parêzvanên ewlehiya xurekê ne. Şerîfayê da zanîn ku çandinî, wekî ku ji hêla rêber Abdullah Ocalan ve hatiye vegotin "ne tenê çalakiyeke aborî ye, lê bingeha şaristaniya demokratîk e, ji ber ku ew têkiliyeke hevseng a di navbera mirovahî û xwezayê de diafirîne."

Endamê Buroya Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebûd Mexso jî der barê rewşa siyasî de axivî  û diyar kir ku nenavendîbûn kevirê bingehîn ê misogerkirina beşdariya wekhev a hemû civakên Sûriyeyê di biryardayînê de ye.

Piştî axaftinan raporên rêxistinî û darayî yên 2 salên borî hatin xwendin. Her wiha hevserokê Yekitiya Cotkar û Sewalkaran a Qamişloyê Nafi Nimo naveroka raporan şîrove kir.

Beşdarên kongreyê jî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman, beşdaran mijarên wekî derengketina belavkirina tovên genim anîn ziman. Her wiha diyar kirin ku ew di salên hişkesaliyê de hewceyî piştgiriyê ne û bang li Yekitiya Cotkaran kirin ku fikarên wan bigihînin rayedaran.

Di dawiya kongreyê de hibijartin hatin kirin û Nafi Nimo û Şerîfa Umer wek hevserokên yekitiyê hatin hilbijartin.

(k)