Kongreya Daîm a Federalîzmê: Rapora kanala Tirkiyeyê derew in

Koordînasyona Giştî ya Ragihandinê ya Kongreya Daîm a Federalîzmê diyar kir ku îdiayên di rapora kanaleke girêdayî Tirkiyeyê û çeteyên wê de hatine belavkirin, agahiyên şaş û derew in.

Kongreya Daîm a Federalîzmê: Rapora kanala Tirkiyeyê derew in
15 îlon, 2024   23:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Giştî ya Ragihandinê ya Kongreya Daîm a Federalîzmê ya Lubnanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku îdiayên di rapora kanaleke girêdayî çeteyên dewleta Tirik a dagirker de hatine belavkirin, derew in û got hevdîtinên li Lubnanê bi aliyên fermî û partî re hatibûn kirin di navbera 6 heta salekê de ne. Koordînasyonê matmayîna xwe li hember dema jinûve belavkirina mijarên wiha nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat gotin mijara hevdîtinan di çarçoveya însiyatîfa navbera Kongreya Daîm a Federalîzmê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li ser vegera penaberên Sûriyeyê bû û hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser amade ye wan penaberan li herêmên xwe pêşwaz bike.

Di raporê de hat gotin koordînasyon şepêleke rastgir e. Li ser vê yekê di daxuyaniyê de hat gotin: "Fikra me ya banga avakirina jiyaneke hevbeş tu têkiliya xwe ne bi rastgir ne jî bi çepgirê re heye, lê tenê girêdayî rêzgirtina nirxên mirovahî ye." 

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îdiayên di raporê de hatine şaş in, çêkirî ne û hatiye gotin ku ew hewl didin ʹHevalbendiya kêmneteweyanʹ çêbikin, li aliyekî din jî di raporê de hat gotin mijara avakirina dewleteke Kurdî hatiye nîqaşkirin.

(fr)