Kongra Star sersaxî da malbata Necah Emîn
Meclisa Kongra Star sersaxî da malbata Necah Emîn. Necah Emîn yek ji damezirînerên Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bû û di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da.
Meclisa Kongra Star bi peyamekê sersaxî da malbata çalakvan Necah Hisên Emîn. Necah Emîn di şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de roleke girîng lîst û yek ji damezirînerên Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bû û di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da.
Di peyamê de hat diyarkirin ku Necah Emîn di rêxistinkirina jinan li gorî nirxên azadiya jinan de rol lîst. Her wiha ew xwedî hêz û sebreke mezin bû û ji bo parastina mafên jinan kedek mezin da.
(mh)