Kongra Star: PKK nasnameya dîrokî ya gelê Kurd e

Meclisa Kongra Star diyar kir ku nasnameya dîrokî ya gelê Kurd bi hewldan, fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi navê PKK’ê zindî bû û li her çar aliyên Kurdistanê tovê azadiyê çand.

Kongra Star: PKK nasnameya dîrokî ya gelê Kurd e
26 mijdar, 2024   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star a Rojava bi boneya salvegera 46ˈan a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de dîroka avabûna PKKˈê (27 Mijdar 1978) bi vejîn û hebûna  gelê Kurd û cîhanê hat pênasekirin û hate gotin: "Ew Kurdên ku di nava pençên qirkirinê de ji xewa mirinê rabûn, rihê însanên Kurd ji nû ve çêbû û fikra yekitî, têkoşîn û berxwedanê di gelê me de bi pêş ket. Baweriyekî xurt çêbû. Hêza miletê Kurd bi partiya xwe re ye. Rastiyeke dîrokî hatiye avakirin ku niha bi hezaran keç, xort û ciwanên leheng û wêrek ên gelê Kurd bi fedaîyane hazir in û ji bo azadiyê mirinê didin ber çavê xwe."

Di daxuyaniyê de îşaret bi dîroka beriya avabûna PKKˈê hate kirin û wiha hat domandin: "Berê tu kes nediwêrîbû bêjin em Kurd in, lê niha  Kurd nefesekê dikşînin û bi rêya Şoreşa Rojava, xweparastin û şerê gelên şoreşgerî jiyana azad û demokratîk ava dikin. Gel ne mîna berê ye û xwe bi hedefa xebatên serkeftinê ve kîlît kirine û dibêjin, an serkeftin! An serkeftin."

Têkildarî avabûna PKKˈê jî hate gotin: "Tevî Rêbertî û bi pêşengên wekî Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Dûrmûş, Alî Çîçek, Sakîne Cansiz û hwd bingeha avakirina partiya dirokî ya Kurdan hate damezirandin. Li gundê Fîşê yê Amedê dîrokek hate nivîsandin, ji tunebûnê derfetên mezin û dîrokî hate afirandin û ji bo azadiya civaka gelê Kurd bi qehremanî  şehîd bûn. Lê belê, îro li şûna wan bi hezaran kes li serê çiyayan, qadan, herem û bajaran ala berxwedan û têkoşînê hilgirtine û felsefeya sîstema jiyana azad belavî cihanê dikin. Me di oxira avakirina jiyana azad, wekhevî û demokratîk û avakirina azadiya Kurd û Kurdîstanê de li gelek çeper, enî, qad, bajar û gundan bi berxwedaniyeke Egîdane şehîd dan."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Îro bi berxwedan, dîplomasî, parastin û û siyaseta demokratîk, bi keda hemû neteweyên li heremê li Rojhilata Navîn sîstema neteweya demokratîk tê avakirin. Yên ku înşakirina vê sîstemê digîhînin bingeh û pêşketinên esasî, pêşengtiya jinên mîlîtan, şoreşger, fedayî, şervan, berxwedêr, têkoşînvan û siyasetmedar in. Ew jinên pêşeng û xwedavendên wek Sakîne cansiz, Bêrîtan, Zîlan, Sema û Viyanan; dîsa bi fedayîbûna şehîd  Rûken, Sara, Asya Alî, Arîn Mîrkan, Avesta û hwd. di himbêza ocaxa PKK’ê de xwe ji nûve afirandin û bûn nûnerên felsefeya jiyana azad û ji bo civakê bûn dengê rastiyê, bûn pratîka edalet û wekheviyê. Asya Alî û Rojger Hêlîn jî bi çalakiya xwe ya dîrokî ve bûn şopdarê xwedavenda heval Zîlan û di nava dilê dijmin de xwe feda kirin û hebûna xwe gihandin rastiya heqîqetê.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi rola jinan di nava PKKˈê de hate kirin û ev tişt hat diyarkirin: "Rêber Apo di avabûna PKK’ê de cih da jinan û baweriya xwe bi hêza jinan anî. Yek ji wan jinên çeleng, qehreman, şoreşger, mîlîtan û berxwedêr heval Sara bû ku di destpêka avabûna PKK’ê de cihê xwe girt û heya dawiyê rola jina şoreşger, mîlîtan, pêşengtî û fermandariyê leyîst. Bi pêşengtiya heval Sara gelek jin hatin bi rêxistinkirin û gelek jinan tevli  şoreşa PKK’ê bû. Ji bo wê jî ji her demê zêdetir divê em xwe rêxistin bikin û xwedî partîbûyînê derbikevin. Ya ku vê hêzê daye avakirin hêza PKK’ê ye. Mîmarê felsefeya Jin, jiyan, azadî û xwedî felsefeya modernîteya demokratîk a Rêber Apo ye. PKK, nasnameya gel e. Navê avakirina civakbûyînê ye. Dîroka pêşketin û pêşeroja gelê Kurd bi herfên zêrîn dide nivîsandin.

Di Şoreşa Rojava de jî pêkanîn û înşakirina fikir û felsefeya jiyana azad û demoratîk bi rihê îdeolojiya partîbûyînê xwe dide meşandin û civakbûyînê dide avakirin, tarzê jiyana komînal û hêza xwe ya cewherî li hemberî hemû hêzên dinyayê xeta sêyemîn hatiye avakirin û li hemberî her cûre dagirkirin, xiyanet û desthilatdariyê serî radike û tu carî qebûl nake. Gelê Kurd bi berxwedanê nasnameya hebûn û azadiya xwe li ser pelên dîrokê dide nivîsandin, bi zanebûna dîrokî û hêza xwe ya cewherî li hemberî tecrîda mutlaq a li îmraliyê disekine."

Di daxuyaniyê de  banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê li gelê Kurd hate kirin û hate gotin: "Pêwîst e em yekitiya xwe bikin, bi hêz bikin û li Rojhilata Navîn rastiya gel û neteweya demokratîk bidin avakirin. Silogana “Berxwedan Jiyane” îro di Şoreşa Rojava de gewde bûye û bi felsefeya ˈJin, Jiyan, Azadîˈ digêhêje milyonan însan û xwe vediguherîne şoreşa jinan, azadiya jinan. Bi keda Rêber Apo jinên xwedî îrade û ji hêza xwe bawer hatin perwerdekirin û bi hêza ew jinên berxwedêr û mîlîtan ve di nava şoreşa PKK’ê de artêşbûyîna jin hate avakirin. Îro jî li hemû qadên cihanê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” tê bangkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Nasnameya dîrokî ya gelê Kurd bi hewldan, fikir û ramanên bêdawî yên Rêbertî bi navê PKK’ê zindî bû, di her çar aliyên Kurdistanê de tovên azadiyê hatin çandin. Bi keda şehîdan partîbûyîn gihaşte asta herî jor û bi fedaîbûnê ve navê PKK’ tacîdar kirin. 27’ê Mijdarê di serî de li Rêber Apo, hemû şehîdên têkoşîna azadî û berxwedana şoreşa Kurdistanê, li hevalên PKK’ê pîroz dikin û sala nû ya PKKˈê bi rihê rastiya gelê şervan pêşwazî dikin. Bi hêviya ku di salên pêşiya me de em bi Rêbertî re sersala partiyê pîroz bikin û xeyalên hemû şehîdan pêk bînin û bi hêviya ku demekî nêz de em xwe bigîhînin heqîqeta azadiyê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin. Em salvegera PKK’ê ji dil û can silav dikin. Em hemû gelên xwe yên welatparêz,civaka azadixwaz û demokrtîk silav dikin. Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî soza berfirehkirin û bilindkirina têkoşîn, berxwedanî û rêxistinkirina hemû jinan didin. Di salvegera 46ˈemîn de em ê hîn zêdetir erkên xwe yên dîrokî pêk binîn û xwe bigihînin destana bê dawî ya PKK’ê.”

(bb)