Li Qerdaha yê Laziqiyê şewatek mezin derketiye

Li gundê Beqnê yê gundewarê Qerdaha yê bajarê Laziqiyê şewatek mezin derket û rûberên fireh ên zeviyên çandiniyê da ber xwe.

Li Qerdaha yê Laziqiyê şewatek mezin derketiye
9 îlon, 2025   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li gundê Beqnê yê gundewarê Qerdaha ya bajarê Laziqiyê şewatek mezin derketiye. Şênî metirsîdar in ku rûbera şewatê fireh bibe û bigihîne mal û milkên wan.

Hîna heta vê kêliyê sedemên şewatê nayên zanîn û tê gotin ku ji aliyê nenas ve agir hatiye pêxistin.

Di 24ˊê Tebaxê de, li herêmên Dêr Şimêl û Şetha yên rojavayê Hemayê şewatên bi heman rengî derketin. Şêniyan bang kir ku şewatan vemirînin.

Li gundewarê Lazqiyê jî, tîmên agirkujiyê hewl didin xeleka şewatê ya li herêmêa Cebel Tirkmen vehewîne û hewldan hene ku ber bi herêmên nû ve neçe.

(fr)