Kongra Star: Fikrên Rêber Abdullah Ocalan çareserî ne

Kongra Star bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ku 4`ê Nîsanê ye, peyama pîrozkirinê weşand. Kongrayê di daxuyaniyê de ev roj li jinan pîroz kir.

Kongra Star: Fikrên Rêber Abdullah Ocalan çareserî ne
3 nîsan 2024   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ku 4`ê Nîsanê ye, peyameke pîrozkirinê weşand. 

Meclisê diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gel li hev kom kirin, ji ber wê dewletên komploger beriya 25 salan bi komployeke kirêt bi destê dewleta Tirk a dagirker dîl girt û tecrîdeke giran lê ferz dike û 3 sal e bi malbat û parêzeran re hevdîtinê qedexe dike.

Kongrayê destnîşan kir ku tevî di vî warî de doz li dijî dewleta Tirk a dagirker hatin vekirin, lê tev hatin redkirin.

Her wiha hate gotin: "Uslûba dan û standina dewleta Tirk a dagirker bi Rêber Abdullah Ocalan re, kiryarên dermirovî û exlaqî ne. Ruxmî wan kiryaran jî, lê dîsa jî nekarî gel ji Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe berovajî wê, îro ew bûye rêberekî cîhanî û çirûska çareserkirina pirsgirêkên li cîhanê. ji bo wî 9`ê Cotmeha 2023`yan pêngavek li 74 navendan li seranserî cîhanê bi dirûşma `Ji Abdullah Ocalan azadî re û ji pirsgirêka Kurd re çareserî` hate ragihandin. Wek aliyên civakî, siyasî, çandî û alîgirên azadiyê em jî tev li vê pêngavê bûn. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan hevalê jinan e û ji bo rizgarkirina wê ji koletiyê û çewisandinê, tê koşiya. Lewra em xwedî li doza wî derdikevin û ji bo azadiya wî em çalakiyan li dar dixin. Em bang li jinan dikin ku bibin yek û piştgiriya doza Rêbertî bikin, ji ber ku azadiya wî azadiya jin û civakê ye.” 

(şx)