TEV-DEM: 4`ê Nîsanê ji bo gelên bindest hêvî ye

TEV-DEM`ê destnîşan kir ku 4`ê Nîsanê ji gelên bindest ên li herêmê û cîhanê re bûye hêvî.

TEV-DEM: 4`ê Nîsanê ji bo gelên bindest hêvî ye
3 nîsan 2024   10:14
NAVENDA NÛÇEYANg

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya 4`ê Nîsanê daxuyaniyek da û got: "Em 4`ê Nîsanê li Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê û mirovahiyê pîroz dikin. Rêber Abdullah Ocalan, Îmralî kiriye jêdera felsefeya modern û çanda berxwedanê û bi rêya felsefeya hevjiyana azad ew kir yek. Guhertineke mezin û bibandor çêkir ji bo ku pirsgirêkên li herêmê û aloziyên wê bi rêya projeya neteweya demokratîk çareser bike."

TEV-DEM`ê diyar kir ku 4`ê Nîsanê ji bo gelên bindest ên li herêmê û cîhanê bûye hêvî, rojbûna felsefeya avakirina jiyana mirovê azad e ji bo ku civakeke demokratîk ekolojî û siyasî li ser bingeha wekhevî û edaleta civakî ava bike.

Tevgerê bang li gelê Kurd û Kurdistanê kir ku îsal bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û ji bow ê têkoşînê û berxwedanê mezin bikin ji berk u Rêber Abdullah Ocalan hêviya azadiyê, demokrasiyê û azadiya jinan û naskirina xwe, da her kesî.

Her wiha tevgerê anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan destkeftiyeke dîrokî ye ji bo gelan û civakan û li ser wê bingehê bang kir ku xwedî li wî derkevin. Di heman demê de bang li tevgerên demokratîk, hêzên siyasî, rêxistinên hiqûqî, rêxistinên civaka sivîl û yên navneteweyî yên têkildarî kar û barên girtiyan kir ku tev li pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bibin.

(şx)