Kongra Star a Lubnanê hedefgirtina Zelal Zagros şermezar kir

Kongra Star a Lubnanê sûca hedefgirtina fermandar Zelal Zagros şermezar kir û soza şopandina rêça wê û rêça şehîdan da.

Kongra Star a Lubnanê hedefgirtina Zelal Zagros şermezar kir
24 ÇILE, 2024   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star a Lubnanê sûca qetilkirina têkoşer û fermandar Zelal Zagros li Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ev sûca terorane û hovane ya li dijî fermandar Zelal Zagros pêk hatiye di nava jinan de hêrsek çêkir û hişt ku têkoşîna xwe li dijî siyasetên qirkirina siyasî û şerê taybet ku Erdogan ji salan ve li dijî herêmê bi taybet li dijî jinên Kurd dimeşîne, bilind bikin. Bê guman hedefgirtina hevrê Zelal di vê qonaxa hestiyar û girîng de kîn û nefreta Erdogan li dijî jinan nîşan dide.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rojane Erdogan di daxuyaniyên xwe de dijminahiya jinan nîşan dide, ji ber ku ji jinên rêxistinkirî ditirse. Bila hemû bizanin dê jin li ser şop û armanca fermandar û pêşengên şehîd bimeşin û dengê xwe li hember wan bilind bikin.

Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hûrgiliyên vê sûca hovane ku li dijî hevrê Zelal Zagros pêk hatiye aşkera bikin û sûcdaran ceza bikin.

(fr)