Konferansa Duyemîn a Kooperatîfan dest pê kir
Konferansa Duyemîn a Kooperatîfan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.
Konferansa Duyemîn a Kooperatîfan a Bakur û Rojhilat vê sibehê bi beşdarbûna 150 nûnerên kooperatîfan li Hola Xabûr a Hesekê dest pê kir.
Li gorî komîteya amadekar a konferansê, li ser xebatên kooperatîfan dê sînevîzyonek were pêşandan û cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer û hevserokê Beşa Projeyên Civakî û Kooperatîfan Mihemed Sebrî biaxivin. Piştî wê dê perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan û rapora salane ya xebatên kooperatîfan bên xwendin.
Dûre dê konferans ji dezgehên çapemeniyê re girtî berdewam bike.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 400 kooperatîf li herêmên Reqa, Tebqa, Şehba, Firatê û Cizîrê hene.
(şx)
ANHA