Komxebata li ser zimanê kurdî hat lidarxistin

Li Zanîngeha Rojava bi boneya Cejna Zimanê Kurdî bi sernavê “Vejîna Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” komxebatek li dar ket. Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî bi vîdeoyekê beşdar bû û got “Têkoşîna me ya ji bo ziman û perwerdeya kurdî didome, lê divê hemû mamoste, rewşenbîr, xwendekar tê bikoşin.” 

Komxebata li ser zimanê kurdî hat lidarxistin
Komxebata li ser zimanê kurdî hat lidarxistin
Komxebata li ser zimanê kurdî hat lidarxistin
Komxebata li ser zimanê kurdî hat lidarxistin
Komxebata li ser zimanê kurdî hat lidarxistin
13 gulan, 2026   14:19
QAMIŞLO

Zanîngeha Rojava bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, bi sernavê “Vejîna Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” komxebatek organîze kir. Komxebat li hola Zanîngeha Rojava pêk hat. Mamoste, xwendekarên zanîngehê, rêveberên ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de 3 rûniştin pêk hatin û mijarên “Realîteya Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê”, “Vegerandina Nirx û Rûmeta Wêjeya Devkî ya Kurdan” û “Weşangeriya bi Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” hatin gotûbêjkirin.

Komxebatê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre li ser girîngiya rojê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê mamosteyê Zanîngeha Rojava Aram Hesen ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Îro em em 94'emîn salvegera derketina hejmara yekemîn a kovara Hawarê (15 Gulan 1932) pîroz dikin ku mirateya mîrê zimanê kurdî Celadet Alî Bedirxan e. Ev roj ii bo gelê Kurd ne tenê bîranînek e, di heman demê de roja berxwedana çandî û vîna hebûnê ye.

Zimanê kurdî stûna sereke ya nasnameya me ye. Weke Zaningeha Roiava, em di wê baweriyê de ne ku parastin peşxistina zimanê Kurdî erkekê netewî, mirovî û akademîk e. Di vê çarçoveyê de em girîngiya van xalan ji raya giştî re radigihînin.

  • Perwerdeya bi zimanề dayîkê mafekî bingehîn ê gerdûnî ye. Ji bo ku civakek bikaribe di warê zanistî, feslefî, çandî pêş bikeve, divê zanistê bi zimanê xwe yê resen fêr bibe. Perwerdeya bi Kurdî bingeha afirandina hişmendiyeke azad e û rê li ber bişaftinê digire. Zanîngeha Rojava îro mînaka herî berçav a vê perwerdeyê ye ku zanista bi zimanê Kurdî gihandiye asteke akademîk. 

- Ji bo ku li Sûriyeyeke demokratfk jiyaneke wekhev hevpar pekan be, divê mafên hemû pêkhateyan di bin siwana qanûnî de were parastin. Lewma em bang dikin;

• Zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyề de weke zimanekê fermî-niştimanî were qebûlkirin.

• Perwerdeya bi Kûrdî di her astê de bibe mafekî destûrî ji aliyể dewletê ve were mîsogerkirin

Em bang li hemû xwendekar, mamoste rewşenbîran dikin ku zimanê Kurdî di her qada jiyanê de bi kar bînin. Divê em zimanê xwe tenê weke amûreke axaftinê nebînin, lê belê weke zimanê Kurdî, hunerî diplomasiyê bi pêş bixin.

Em her tpa kovara Haware wekî ronahiyekề dibinin û di về râyề de soza xwe ya ji bo bilindkirina asta zimane kurdi nâ dikin”

Piştî daxuyaniyê rûniştina yekemîn pêk hat. Mamosteyê Zanîngehê Aram Hesen rûniştina yekemîn bi rê ve bir. Di rûniştina yekemîn de mamosteya Zanîngeha Rojava Mizgîn Hesen mijara “Realîteya Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” vegot.

‘EGER ZIMANÊ ME NEPEJIRÎNIN DIVÊ EM DIBISTANAN BOYKOT BIKIN’

Mîzgîn Hesen qala rewşa zimanê Kurdî ya di qonaxa berî û piştî Şoreşa Rojava de, rewşa zimanê Kurdî piştî peymana 29’ê Çileyê (2026) kir. Qala ked û xebata ji bo ziman hatiye kirin kir û got: “Niha divê em çi bikin, divê zimanê Kurdî ji pola yekem heta zanîngehê, dibistana bilind û di saziyên dewletê de bê bikaranîn. Ji bo ev jî pêk bê divê em têkoşînê bikin. Divê em zextê bikin ku ev di distûra nû de bê pejirandin. Eger nehat pejirandin jî dê weke 2012’an têkoşîna me bidome, divê em dibistanê boykot bikin.”

Piştî mamoste Mizgîn Hesen bi dawî kir, rûniştina yekem bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Di rûniştina duyemîn de mijara “Vegerandina Nirx û Rûmeta Wêjeya Devkî ya Kurdan” hat nîqaşkirin. Mamosteyê Zahîngeha Rojava Dr. Loqman Guldivê rûniştin bi rê ve bir.

‘DIVÊ EM DESTPÊKÊ DI HIŞMENDIYA XWE DE KURDÎ BIÇÛK NEBÎNIN’

Dr. Loqman Guldivê diyar kir ku bîrdoziyên modern yek armanca wan hebû ku çanda devokî tune bike, da ku gelan tune bike û wiha axivî: “Dema bîrdoziyên mêtînger me îqna neke ku zimanê me nikare bibe yê nivîsê, wê demê bi ser nakeve. Dema me nirx da çanda devoka xwe, em ê bikarin xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê em destpêkê di hişmendiya xwe de xwe bindest û zimanê xwe kêm bibînin, em ê nekarin zimanê xwe biparêz in. Em çima parzemîneke çaremîn ji bo çanda devokî çênekin? Eger me nirx da nifşê xwe yê kevin, çima em cihekî jêre ava nekin.”

Lêkolîner Dr. Argun Çakir qala çanda devkî di muzîkê de û bal kişand ser girîngiya tomarkirina stranên Kurdî yên nehatine nivîsîn.

‘WÊJEYA DEVKÎ DÎROKÊ DIGIHÎNE NIFŞÊN NÛ’

Lêkolîner Zeyneb Yaş cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Zeyneb Yaş bal kişand ser tomarkirinê û wiha got: “Tomarên çanda me ya devkî ji hinek belgeyên dîrokî hatine. Ji çanda Kurdî zêdetir, qala çanda devkî ya Kurdan hatiye kirin. Dema em dibêjin wêjeya Kurdî, em carnan difikirin ji çi re bêjin wêjeya devkî. Lêkolînên min li ser hişê mirov in. Tevahî serpêhatiyên dîrokî ji nifşê nû re bi awayek hunerî û çandî vedibêje. Ew çanda bi klambêj, çîrokbêjên me hatine roja îro, bi reng, deng, erdînarî tevahî bi reng dike. Ev tişta bi hişê mirov de bi awayek zanîstî tê honandin û tê veguhestin. Ev yek ji bo berdewamkirina çanda devkî û wêjeya Kurdî pir girîng e. Têkiliyek girîng a çanda devkî bi erdnîgarî, siyasî, civakî û hunerî re heye. Lê mixabin çanda me ya herî hatî paşguhkirin çanda devkî ye. Lê hinek aliyên biyanî em hişyar kirin û dereng be jî me dest bi tomarkirina wê kir.”

Mamosteyê Zanîngeha Rojava û nivîskar Salihê Heydo jî diyar kir ku divê saziyên taybet û pispor bên avakirin, zargotina Kurdî bê guhertin bên tomarkirin.

Rûniştin bi pirs û bersivan bi dawî bû.

MEZLÛM EBDÎ: DI NAVA 2 MEHAN DE DÊ GAVÊN GIRÎNG BÊN AVÊTIN’

Piştî rûniştina duyemîn fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî vîdeoyek ji komxebatê re şand û wiha got:

“Ez Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikim. Di vê rojê de xebat tên kirin. Ji bo pêşxistina zimanê  Kurdî plansazî tên çêkirin. Ev girîng e, lê em ji gelê xwe dixwazin 24 saet ji bo parastina zimanê Kurdî divê hertim ziman di rojeva wan de be. Eger îro gelê Kurd hebûna xwe parastiye, bingehê wê parastina zimanê xwe ye. Di van 15 salên dawîn de li Rojavayê Kurdistan me rewşeke teybet derbas kir. Jİ bo parastina ziman û çanda Kurdî xebateke mezin di mercên zehmet de hate meşandin. Ji bo vê ez dixwazin taybet, kedkar, xebatkar, mamoste û herkesê di ziman û çanda kurdî kar kirine slav dikim.

Em ketine qonaxeke nû, bi hikumeta Sûriyeyê re tifaqên me hene. Dê saziyên me yên ewlekarî û civakî di nava hikumetê de cih bigirin. Yek mijara herî girîng ziman û çanda kurdî ye, mijara xwendin û dibistanan e. Yek ji mijara herî zêde em pê re eleqeder, ev mijar e. Dibe ku di hinek mijaran de em nerm tev bigerin, lê em ê di aliyê perwerde û ziman de têkoşîneke mezin bikin. Ew hebûna gelê Kurd diparêz e. Di vê mijarê de xebatek hatiye meşandin, pêşketinek heye lê hîna di vê mijarê de hevdîtin didomin. Dê mufredata zimanê kurdî bidome. Tevahî karên hatine kirin, dîplomeyên hatine standin li gorî tifaqê divê bên pejirandin. Lê divê dîsa xebat û têkoşîn bê meşandin û tê meşandin. Dê di nava 2 mehên pêşiya me de jî gav bên avêtin. Têkoşîna ji bo zimanê Kurdî dikeve pêvajoyek nû. Dê saziyên Kurdî li cihê xwe kar bikin, armanc ev e. Ez ji mamoste, rewşenbîr û xwendekar û her kes bi erka xwe rabin û vê xebatê bidin meşandin. Em careke din serkeftinê ji we re dixwazin.”

Piştî axaftina Mezlûm Ebdî rûniştina sêyemîn dest pê kir.

Di rûniştina sêyemîn de mamosteyê Zanîngeha Rojava Ehmed Îbrahîm nîqaş bi rê ve bir û berpirsê Weşanxaneya Şilêrê Selahedîn Yusif qala “Weşangeriya bi Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” kir.

Selahedîn Yusif bal kişand ser weşangeriya Kurdî ya berî û piştî Şoreşa Rojava û wiha got: “Weşangerî bi ziman ve girêdayî ye. Beriya Şoreşê weşangerî qedexe bû, hinek kar bi dizî dihat kirin lê demkurt û bi girtinê re rû bi rû bû. Piştî Şoreşê weşangeriya Kurdî dest pê kir, lê ji ber kesên dikarîn Kurdî binivîsîn kêm bû, ji ber wê berhem jî kêm bûn. Lê piştî ziman pêş ket, weşangerî jî pêş ket. Mînak Şilêrê 2017’an dest bi weşanê kir. Berhemên me wêjeya Kurdî, Erebî, devoka Kurdî ne. Heta cihekî me karî em bibin bersiv, lê qasî tê xwestin jî çênebû. Me girîngî daye wêjeya devokî jî. Piştî Şoreşê derfet çêbûn, lê qasî tê xwestin me derfet baş bikar neanî. Niha weşanên li Rojava çêdibin jî, ji ber sînorên heyî nagihe parçeyên din ên  Kurdistanê û cihên ku em dixwazin bigihine.”

Nivîskar Salihê Heydo û nivîskar Cîger Efrîn ku 30 sal di girtîgeha dewleta Tirk de maye, tecrubeyên xwe yên di têkoşîna ji bo zimanê kurdî de vegotin.

Rûniştin bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(bî)

ANHA