Komploya Navneteweyî bi girseyî hate şermezarkirin

Şêniyên kantona Cizîrê, bi taybet jinan, bi rêzeçalakiyan Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li gel kir ku di 15’ê Sibatê de dakevin qadan.

10 sibat, 2025   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî re ku di 15’ê Sibata 1999’an de li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk hat, Yekitiya Jinên Êzidî, Yekitiya Jinên Ciwan, Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya rêber Abdullah Ocalan û Kongra Star li bajarên Dêrik, Tirbespiye, Qamişlo û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê çalakî li dar xistin.

TIRBESPIYÊ

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava li navenda Mala Êzidiyan a bajarê Tirbespiyê der barê mijarê de civînek li dar xist. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre der barê Komploya Navneteweyî de, sînevîzyon hat nîşandan.

Ji rêveberên Yekitiya Jinên Êzidî Hadiya Şemo axivî û qonaxên destpêkirina komployê, ji derxistina Rêber Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê di sala 1998’an de heta girtina wî di 15’ê Sibata 1999’an de û bûyerên di wê pêvajoyê de vegotin.

Hediya Şemo bang li hemû jinan û azadîxwazan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna xwe xurt bikin.

DÊRIK

Şêniyên bajarê Dêrikê jî beşdarî civîna Yekitiya Jinên Ciwan a li ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bûn. Di civînê de armancên welatên komploger ên beşdarî Komploya Navneteweyî bûne, hatin gotûbêjkirin.

Ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Zên Elî di civînê de axivî û diyar kir ku Komploya Navneteweyî di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî hemû gelên bindest bû.

Di civînê de her wiha sînevizyoneke nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê azadiyê de hate nîşandan.

GIRKÊ LEGÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi heman armancê civînek li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan li dar xist. Bi dehan şêniyên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê û gundên wan beşdarî civînê bûn.

Di civînê de hevseroka Meclisa Bajarê Girkê Legê Nesrîn Mihemed axivî. Nesrîn Mihemed bal kişand ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a der barê azadiya jinan de û got Rêber Abdullah Ocalan azadiya civakê bi azadiyê jinan ve girêdaye.

Ji rêveberên PYD’ê Ela Mihemed jî îşaret pêk kir ku Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de diyalog û aştiyê di ser çekan re dibîne.

Di dawiya civînê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

QAMIŞLO

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan jî bi beşdariya şêniyên bajarên Qamişlo û bajarokê Girbawî civînek li Hola Melekiyê li dar xist.

Di civîne de endamê însiyatîfê Ferzende Munzur axivî û diyar kir ku armancên komployê pêk nehatine. Ferzende Munzur anî ziman ku Rêber Adullah Ocalan bi felsefeya xwe rastiyên li cîhanê û Rojhilata Navîn rave kirine.

Munzur di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana QSD’ê û diyar kir ku QSD li hemberî dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî raber dike, lê kêleka wan jî piştgiriya gel a bêsînor heye.

DIRBÊSIYÊ

Di heman çarçoveyê de, Komîteya Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a Meclisa Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê civînek li avahiya Akademiya Şehîd Berçem li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtinê hevseroka Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Raziya Îbrahîm û cîgira hevşaredarên Dirbêsiyê Eyşe Haco axivîn.

Di axaftinan de komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, armancên wê, hêzên tê de cih girtine û têkoşîna gelan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin destnîşankirin.

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku dê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

(b)