Komîteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist

Komîteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist. Di civînê de vekirina nivîsgeha şîkayetan û aktîfkirina nivîsgehên jinan di nava komînan de gelek biryar hatin dayîn.

8 tîrmeh, 2024   16:54
DÊRAZOR

Komîteya Jinan a Kantina Dêrazorê bi amadeûbna nûnerên jinan ên meclisên sivîl, xwecih, leşkerî û partiyên siyasî civîna xwe ya 6 meha li dar xist.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Şehnaz El Hefel rapora 6 mehan a komîteya jinan xwend û sînevîzyonek li ser xebatên komîteyê hat pêşandan.  Pêşniyarên ku di raporê de hatine kirin diyarkirin, ketin dengdanê.

Dûre beşdaran nîqaş kir. Di nîqaşan de hat gotin divê perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan di tevahî aliyên jiyanê de bi taybet di xweparastin û civakî de werin pêkanîn û jin rola xwe ya pêşeng û rêveber di tevahî aliyan de pêk bîne.

Li gorî pêşniyar û dengdanê plansaziya salê ya Komîteya Jinan hat danîn û wiha ye:

Aktîvkirina nivîsgehên jinan di nava komînan de, belavkirina zanabûn û lidarxistina paneleyên dorveger.

Dewamkirina li ser metoda pêşxistina îdarî, perwerdekirin û pêşxistina pisporiyan bi rêya lidarxistina dewreyan li akademiyên fikirî.

Derxistina kovara taybet bi jinan û çalakiyên wan li kantona Dêrazorê.

Vekirina nivîsgehê di Desteya Jinan de ku şîkayetên jinan bi giştî pêşwaz bike.

Zêdekirina waneyên fikirî di nava saziyan de bi rêya dewreyên vekirî û dewreyên xwendinê

Zêdekirina civînên jinan ji bo pêşxistina karînên wan.

(bb-fr)