Çeteyan 3 kes revandin

Çeteyên Ehrar El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê 3 welatî revandin.

Çeteyan 3 kes revandin
8 tîrmeh, 2024   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih da zanîn ku çeteyên Ehrar El Şam ên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 welatî revandin û birin cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyan kesên hatine revandin ev in; Rêzan Mihemed ji bajarê Cindirêsê, Mihemed Bekir ji gundê Yalankozê yê Cindirêsê û Ehmed Mihemed ji gundê Hesen Dêra yê bajarê Bibilê.

Çavkaniyan diyar kir ku heta niha aqûbeta kesên revandî nayê zanîn.

(bb)

ANHA