Komîteya Danûstandinan: Lihevkirineke pêşîn çêbûye

Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re ragihand ku lihevkirineke pêşîn li ser hêzên leşkerî çêbûye û nîqaş li ser hûrguliyên girêdayî rol û saziyan tê kirin.

Komîteya Danûstandinan: Lihevkirineke pêşîn çêbûye
18 kanûn, 2025   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re daxuyaniyek li ser X’ê parve kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku lihevkirineke pêşîn li ser hiştina 3 yekîneyên QSD’ê di saziya leşkerî ya artêşa Sûriyeyê de çêbûye.

Her wiha hate diyarkirin ku ’’Bi rêya komîteyên pispor ên ji her du aliyan ve nîqaş li ser hûrguliyên girêdayî rolan û avahiya rêxistinî têne kirin. Çav li rê ye ku di dema pêş de gavên pratîkî bêne avêtin.’’

Di daxuyaniya komîteyê de hate denîşankirin ku ev tevger ’’piştgiriyek navneteweyî ya zelal werdigire ku ber bi çareseriyek siyasî ya li ser bingeha diyalogê ve diçe.’’

 Komîteyê daxuyand ku ev vebijêrk rêya her realist ji bo mîsogeririna istiqrarê ye û got: "Her pêşketineke berbiçav hewce dike rê li ber şer medyayî û gotinên nefretê bê girtin."

Komîteyê banga lihevhatin û tevkariyê kir ku wekî rêya yekane ya avakirina çareseriyek domdar li Sûriyeyê bi nav kir.

(b)