99 şehîd bi bîr anîn

Li bajarokê Rimêlanê 99 cangoriyên azadiyê yêm mehên îlon, cotmeh, mijdar û kanûnê hatin bibîranîn.

99 şehîd bi bîr anîn
99 şehîd bi bîr anîn
99 şehîd bi bîr anîn
99 şehîd bi bîr anîn
99 şehîd bi bîr anîn
99 şehîd bi bîr anîn
99 şehîd bi bîr anîn
99 şehîd bi bîr anîn
99 şehîd bi bîr anîn
99 şehîd bi bîr anîn
99 şehîd bi bîr anîn
99 şehîd bi bîr anîn
18 kanûn, 2025   14:30
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê merasîma bîranîna 99 şehîdên mehên îlon, cotmeh, mijdar û kanûn li dar xist.

Bîranîn li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê bi amadebûna malbatên şehîdan, şêniyên bajar û gundewarên Girkê Legê û Rimêlan û nûnerên saziyên sivîl hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre şêwirmenda hevserokatiya Meclisa Bajarê Girkê Legê Rûken Cûdî axivî û behsa rola şehîdan di pêkanîna ewlehiya herêmê de kir.

Rûken Cûdî anî ziman ku xwedîderketina li nirxên şehîdan berpirsyariya her kesî ye  got: "Em hêz û îsrara xwe ji şehîdan digirin."

Dayikan mûm li ser wêneyên şehîdan pêxistin û bi rêya sînevîzyonekê wêneyên wan hatin pêşandan.

Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehîdan û berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(b)

ANHA