Komîsyona Lêpirsînê serdana xwe ya bo Siwêdayê bi dawî kir

Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Sûriyeyê encama serdana duyemîn a bo Siwêdayê ragihand û da zanîn ku wan "hejmareke mezin" a binpêkirinan li parêzgehê belge kirine.

Komîsyona Lêpirsînê serdana xwe ya bo Siwêdayê bi dawî kir
29 cotmeh, 2025   12:07
SIWÊDA

Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Sûriyeyê bi daxuyaniyekê, encama serdana xwe ya duyemîn a bo Siwêdayê û civakên koçber ên li bajarên din ên Sûriyeyê aşkera kir.

Komîsyonê diyar kir ku wan der barê binpêkirinên li dijî sivîlan agahiyên bitirs ji şêniyan guhdar kiriye û diyar kir: "Gelek kiryar bi awayekî hovane û nemirovane hatine kirin.”

Komîsyonê her wiha ragihand ku wê pêşniyarên pêşîn pêşkêşî aliyên peywendîdar kirine da ku fikarên der barê mafên mirovan ên berdewam de çareser bikin, bi taybet zivistan hat û koçberî hîna dewam dike.

Komîsyonê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku rêjeya binpêkirinan pir mezin e û lêpirsînên wê berdewam dikin.

(k)