MSD`ê êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê ya li dijî otobusekê ku di encamê de 2 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn, şermezar kir.

MSD`ê êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir
29 cotmeh, 2025   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

MSD`ê derbarê êrişa li ser rêya Şamê - Siwêdayê ya li dijî otobusekê ku di encamê de 2 kes hatin kuştin û çend kesên din jîbirîndar bûn daxuyaniyek da. 

Daxuyaniyê êriş wek “sûcekî hovane û hewldanek ji bo têkbirina aramî û yekitiya welêt” bi nav kir.

MSD`ê sersaxî û dilsoziya xwe ji malbatên qurbaniyan re pêşkêş kir. Her wiha bang li "hikumeta veguhêz kir ku tavilê lêpirsîneke zelal ji bo naskirina sûcdaran û darizandina wan, dest pê bike û sivîlan li hemû deveran bêyî cudahî biparêze.”

MSD`ê banga xwe ya ji bo diyalogeke neteweyî ya berfireh ku hemû hêzên siyasî û civakî tê de beşdar bibin, dubare kir.

Di dawiya daxuyaniyê de MSD`ê banga rawestandina gotara nefretê ya li ser medyayê kir û diyar kir ku divê medya bibe pirek ji bo hişyariyê. Her da zanîn ku ew ê têkoşîna ji bo parastina sivîlan û xurtkirina nirxên aştî, cihêrengî û edaletê li Sûriyeyê dewam bike.

(k)