Komîseriya Bilind a Hilbijartinan destpêkirina propagandaya hilbijartinê ragihand

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkirina propagandaya hilbijartinê ya hilbijartinên şaredariyan ragihand û mercên wê danîn.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan destpêkirina propagandaya hilbijartinê ragihand
25 gulan, 2024   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan biryarnameyeke bi hejmar 3 ji bo ragihandin û mercên destpêkirina propagandaya hilbijartinê da.

Di biryarnameyê de wiha hate gotin:

"Komîseriya Bilind a Hilbijartinan destpêkirina propagandaya hilbijartinê ji bo tevahî namzetên serbixwe, partî û blokên siyasî li gorî van mercan radigihîne:

Komîteyên komîseriyên kantonan qadên dikarin propagandaya bi devkî bê kirin da ku tevgera çûn û hatinê asteng nekin diyar dikin.

Propagandaya devkî ya giştî li ser rêyên giştî, perestgeh, avahî û cihên ku tê de xizmetên giştî tên kirin û li qadên komîteyan diyar nekirine, qedexe ye.

Divê partiyên siyasî û namzetên serbixwe alên partiyan, pankart û madeyên dişibin wan li ser nivîsgehên hilbijartinê ji dîroka destpêkirina propagandaya hilbijartinê heta dawiya propagandayê bêxin û daliqînin.

Partiyên siyasî û namzetên serbixwe di dema diyarkirî de dikarin civînên girtî û vekirî li dar bixin û mafên wan hene ku al, pankart û şahiyan ji bo propagandaya hilbijartinê bi kar bînin.

Ji bilî cihên li jor hatine binavkirin, nabe pankart û belge li cihên nediyarkirî werin pêxistin. Her kesên pabend nebin, dê milyonek lîreya Sûriyeyê bidin.

Propagandaya hilbijartinê ji bo tevahî namzetan heta saet 6ˊan berêvarê, beriya roja dengdanê bi dawî dibe.

divê namzet pankart û belgeyên bi cihan xistine heta 15 rojan ji dîroka ragihandina encamên hilbijartinê rakin. Ger pabendî vê yekê nebûn, Lijneya Komîseriyê bi hevkariya şaredariyan re li ser lêçûna namzetan radike.

(fr)