Di êrişa Îsraîlê li Sûriyeyê 3 endamên Hizbullah hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê li nêzî bajarê Qisêr ê Sûriyeyê de 3 endamên Hizbullah hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê li Sûriyeyê 3 endamên Hizbullah hatin kuştin
25 gulan, 2024   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafireke bêmirov a Îsraîlê 2 moşek avêtin 2 erebeyên Hizbullaha Lubnanê li naverasta Sûriyeyê, di encamê de 3 endamên Hizbullah hatin kuştin.

Piştî çend saetan ji teqîna li herêma Meza ya rojavayê Şamê çêbûye, ev 3 endamên Hizbullah hatin kuştin.

SOHRˊê aşkera kir ku ew her du erebe ber bi balafirgeha leşkerî ya Deba ve diçûn. Di encama êrişê de 3 endamên Hizbullah hatin kuştin û çendek din jî birîndar bûn.

(fr)