Kongreya Yekitiya Jinên Suryan bi encamnameyekê bi dawî bû

Kongreya 5ˊan a Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê bi hilbijartina Georgette Bersom bo berpirsiyara yekitiyê û 74 endam bo meclisê û encamnameyekê bi dawî bû.

Kongreya Yekitiya Jinên Suryan bi encamnameyekê bi dawî bû
25 gulan, 2024   19:29
QAMIŞLO

Vê sibehê kongreya 5ˊan a Yekitiya Jinên Suryan bi diruşma ˊJin hêza guhertinê ya avakirina jiyaneke azad û demokratîk eˊ li avahiya Komeleya Xêrxwaziyê ya Ermenan a li Qamişloyê li dar ket.

Di kongreyê de Georgette Bersom ji bo berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê û 74 endam ji bo meclisa yekitiyê hatin hilbijartin. Her wiha hin guhartin di rêziknameyê de çêbûn.

Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê encamnameyek da. Nûçegihana kanala Soriyo Mariya Hena bi zimanê Suryanî, berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Georgette Bersom bi zimanê Erebî encamname xwend.

Di encamnameyê de hat gotin Sûriye di krîzên aborî, civakî, ewlehî re derbas dibe. Bi van hemû astengiyên li pêş têkoşîn û xebatê jinên Suryan roleke pêşeng di aliyê hevgirtina bi tevahî pêkhateyên din re lîst.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku Yekitiya Jinên Suryan bi awayekî aktîv di kongreya 3ˊyemîn a Cîhanî ya Jinan ku li Tunisê hatibû lidarketin, beşdar bû. Her wiha yekitî beşdarî kongreya 3ˊyemîn a Melcisa Jinan a Sûriyeyê bû û rola wê di Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pir girîng e. Her wiha di saziyên Rêveberiya Xweser de weke hêzeke aktîv û bandorker di civakî de roleke xwe lîst.

Di dawiyê de hate gotin divê li ser bingehên edaleta civakî jin werin parastin, jin werin perwerdekirin ku di saziyan de bixebitin û bi rê ve bibin, divê di aliyên siyasî û dîplomasî de werin perwerdekirin, têkilî bi rêxistin, tevgerên jinan û navneteweyî de ji bo pevguherîna pisporiyan werin pêşxistin. Rola jinên Suryan di Rêveberiya Xweser de were aktîvkirin. Di aliyê aborî û vekirina perwerdeyên pîşeyî de jinên Suryan werin xurtkirin.

(fr)

ANHA