Komên hikumetê rêyên diçin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtin

Bi armanca girankirina dorpêçê, komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêyên diçin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê girtin.

Komên hikumetê rêyên diçin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtin
23 kanûn, 2025   20:32
HELEB

Nûçegihanê me ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, bi rêya girtina rêyên di navbera her du taxan û taxa Suryan de, dorpêçeke giran ferz kiriye, nahêle şênî vegerin malên xwe.

Nûçegihan anî ziman ku endamên komên hikumetê yên li ser bendên kontrolê nahêlin şênî derbas her du taxan bibin, wê jî zehmetiyên şêniyan zêde kir.

Nûçegihan diyar kir ku kirênek (rafîe) kevirên bêtonê yên mezin rêyên li derdora her du taxan, da ku tevahî rêyên ketin û derketinê bigire.

Duh, komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi tank û topan êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiribûn, di encamê de jinek şehîd bûn û 19 kes jî birîndar bûn.

(fr)