Komeleyên ziman: Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermi

Komeleyên ku xebatên zimanê kurdî dikin û Egîtîm Sen li gelek bajaran daxuyanî dan û daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin û xwestin zimanê kurdî li her qada jiyanê bibe zimanê fermî. 

Komeleyên ziman: Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermi
9 îlon 2024   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro sala nû ya ango heyama nû ya perwerdehiyê û hîndekariyê li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê destpê kir. Dîsa wek her sal bi milyonan zarokên kurd û neteweyên din ji perwerdehiya zimanê xwe yê zikmakî bêpar man. Bi vê minasebetê sazî û dezgehên xebatên ziman û sendîkayên perwerdehiyê li gelek bajaran bakurê Kurdstanê daxuyanî dan û daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî yê kurdî û zimanên neteweyên din kirin.

CIZÎR

Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek bi boneya serdema nû ya perwerdehiyê li ber deriyê avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, aktîvîstên TJA’yê, endamên Şaxa Egîtîm-Senê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê her mirovî ye, em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin” û dovîzên “Divê kurdî bibe zimanê fermî” û " Ez kurd im perwerdehiya bi ziman dixwazim" hatin hilgirtin.

Parlamenter Îrmez di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û wiha got: “Pergala Tirkiyeyê ya ku sed salan didome, li ser faşîzmê hatiye avakirin. Esasê avabûna wê li ser tirkbûyinê bû.  Ji bo ku zimanê kurdî tune bikin gelek caran gelê kurd qirkirinê re derbas kirin. Em di sedsala 21'emîn de ne lêbelê hê em bi zimanê dayikê perwerdehiyê nabînin. Ev rûreşiyeke mezine. Li her deverên cîhanê her zarokek, her gelek bi zimanê dayikê perwerdehiyê dibînin. Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em ê li berxwe bidin û ji bo vê jî em ê tekoşîna xwe mezintir bikin."

Piştre jî Hevseroka Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Fatma Gîzleyîcî metna daxuyaniyê xwend. Gizleyîcî, got ku dewletê ji bo ku kurdî tune bike li ser zimanê kurdî her şêwazên qirkirinê ceribandiye û ev tişt anî ziman: “Bangawaziya me ya sereke ya ji bo dewletê ev e; em dibêjin çand û zimanê kurdî ji aliyê dewletê ve di çarçoveyeke teng de nehêlin. Pêşiya çand û zimanê kurdî vekin. Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û hîndekariyê yê duyemîn. Her tişt li ser esasên wekheviyê çareser dibe. Ev jî bi pergalên demokratîk pêkan e."

Bi domdarî Gizleyîcî bal kişand ser siyaseta kurd û ev bang li siyasetmedarên kurd kir: “Herwiha bangawaziya me ji bo gelê kurd û siyasetmedarên kurd jî ev e; bila siyaseta kurd, kurdî paşguh nekin. Bila kurdî bi kar bînin. Bi vê şêwazê qada xwe ya rewa firehtir bikin. Bila xwedîderketina îdarî û siyasî ya çand û zimanê kurdî êdî bibe peywîra bingehîn a siyaseta kurd. Bangawaziya me ya ji bo malbatên kurd jî ev e; pirsgirêka gelê kurd a herî xemgîn, xwepişaftin e. Xwe ji çand û zimanê xwe dûr nexin. Ziman û çanda me bingeha hiş, bîr û baweriya me ye. Em zimanê xwe di nasandina dinyayê, nasandina çand û dîroka xwe de bi kar tînin. Sînorê zimanê me sînorê cîhana me ye. Em zimanê xwe bikin zimanê axaftina rojane. Pêşketina ziman bi asta xwendin, nivîsandin û axaftina wî ve girêdayî ye. Zimanê kurdî jî dê di nava zimanên cîhanê de cihê xwe yê heq dike bigire.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

AMED

Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê jî li avahiya şaxa 2’yan a Amedê têkildarî perwerdehiya bi zimanê zikmakî daxuyanî da. Hevseroka Şaxa 2’yan a Egîtîm Senê Duygu Ozbay daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî û got: “Cih nedayîna dîrok û çanda komên etnîk ên din a di mufredatê de, tê wê maneyê ku mafê nasname û pêşketin û parastina xwendekaran ji destê wan hatiye girtin. Ev yek jî rê li ber newekheviya civakê vedike.”

ENQERE

Navenda Çand û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) ya li Enqereyê bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Rêveber û endamên komeleyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi zaravayê kirmanckî Gonul Gul û metna bi zaravayê kurmancî jî Emîne Ogûz xwend.

Daxuyanî wiha ye: Li Tirkiyeyê serdema hîndekarî û perwerdehiyê ya 2024-2025’an dîsa wek her sal di bin siya polîtikayên bişavtinê ya hovane de dest pê dike. Ji bo ku zarokên Kurdan bi zimanê dayîkê perwerde nebînin pergala perwerdehiya Tirkiyê bi hemû teknolojiya xwe li ser esasên politîkayên pişavtin û tunekirina zimanê kurdî  di 9ê îlonê de careke din dest pê dike. Zimanê ku zarokên Kurd li malê hîn dibin û yê li dibîstanê hîn dibin li hev cuda ne. Ji bo vê jî zarok di navbera du zimanan de bê ziman dimînin.

Li Tirkiyê politikaya bişavtinê bi avakirina Komarê re dest pê dike. Komara Tirkiyê pergala xwe, zimanê xwe û çanda xwe li ser tunekirina zimanên din, li ser înkara komên etnîkî, gel û netewên din, li gorî netewedewletê, ango li gorî yek ziman, yek mîlet û yek çandê, li ser esasên nijadperestiyê ava kiriye. Ji bona wê di dibistanên fermî de jî kar û barên xwe li gorî vê hişmendiyê didin meşandin.

Divê pêşiya zimanê Kurdî bi tevahî were vekirin. Em wek ANKA-DER û hemû sazî û dezgehên Kurdîstanî dibêjin bila zimanê Kurdî bibe Zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Perwerdehiya bi Kurdî daxwaza sereke ya gelê Kurd e. Perwerdehiya bi zimanê dayikê pir girîng e. Ji bo Kurdan pîvana welathezî û neteweperweriyê ya sereke axaftina bi Kurdî ye. Ziman di serî de li dibistanan û di hemû sazî û dezgeyên civakî de  neyê bikaranîn ev ziman bi pêş nakeve.”

Em her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî, her kêliyê û li her derê, bi kurdî biaxivin! Bi kurdî binivîsin! Bi kurdî bifikirin! Bi kurdî bijîn! Kurdî hebûn û xwebûna me ye... Bijî zimanê kurdî! Bijî têkoşîna parastin û pêşxistina kurdî!”

Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) jî li navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak di civînê de axivî û bal kişand ser astengî û zextên li ser ziman û çandan û got ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî zîhna zarokan li pêş dixe û ev perwerde dike ku zarok nasnameya xwe bi awayek rêk û pêk bi dest bixin. Irmak bal kişand ser tayînkirina mamosteyên kurdî jî û got ku hejmara mamosteyên kurdî hatine tayînkirin 132 kes û ev hejmar jî têrê nake.

EDENE

Meclisa Jinan a DEM Partiya Deneyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber dibistanekê daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê belavokên daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî û belaş cih digirtin hatin belavkirin. Hevseroka DEM Partiya Edeneyê Hêlîn Kaya daxuyanî da û daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî kir.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî Meclisa Jinan a DEM Partiyê û TJA’yê li ber dibistanekê daxuyanî dan û belavokan belav kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî beşdarî daxuyaniyê bû. Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş daxuyanî da û destnîşan kir ku ew dixwazin ku perwerdehiya zimanê zikmakî were temînkirin.