Di Festîvala Şehîd Berçem de hunera dayikan

Di Festîvala Şehîd Berçem a Duyamîn de cihekî girîng ji bo hunera dayikan hatiye dayîn ku bala beşdaran dikişîne.

Di Festîvala Şehîd Berçem de hunera dayikan
Di Festîvala Şehîd Berçem de hunera dayikan
Di Festîvala Şehîd Berçem de hunera dayikan
Di Festîvala Şehîd Berçem de hunera dayikan
Di Festîvala Şehîd Berçem de hunera dayikan
9 îlon 2024   14:51
KOBANÊ

Festîvala Şehîd Berçem a 2’yemîn a Çand û Hunera Jinan ku 6’ê Îlonê ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate destpêkirin,  dewam dike. Di festîvala bi dirûşma "Bi tîrêjin rojê hunera jinan geş dibe" li bajarê Kobanê hatiye lidarxistin de hunera dayikan balê dikişîne.

Dayika bi navê Gulîzar Îsmaîl Mihemed ya 50 salî ji bajarê Amûdê  bi hunera xwe ya kardestiyan beşdarî festîvalê bûye.

Gulîzar Îsmaîl Mihemed têkildarî tevlêbûna xwe ya li festîvalê got "Ez gelekî kêfxweş im ku beşdar bûme. Festîvalê derfet da min karên xwe yên destan ên ku kevneşopî û çanda dayika Kurd di dîrokê de nîşan dide, pêşkêş bikim. "

Gulîzar Mihemed anî ziman ku hebûna wê ya li bajarê Kobanê cihê serferaziyê ji bo wê ye û wiha pê de çû "Ev bajar warê berxwedan û şoreşê ye. Hestekî pir xweş e nayê wesifandin. Em van rojên dîrokî yên şoreşê diyarî Rêber Abdullah Ocalan ê ku rêya me ronî kiriye, dikin."

Îman Ebûd (50) ji Reqayê ye hunerên ku morîkan çêkirine û li ser fexaran xêz kirine di festîvalê de nîşan dide.

Îman Ebûd destnîşan kir ku hunera kardestiyê kevneşopî û hafîzeya gelan e û got: "Ev kevneşopî nasnameya civakan e. Em hewl didin vê kevneşopiyê ji nifşekî veguhêzin nefşekî din."

Nahid El Rendî (50) jî ji Reqayê bi wêneyên ku xêz kirine û resmên ku li ser fexar çêkirine beşdarî festîvalê bûye. Nahid diyar kir ku çand û mîraseya civakan bi rêya lidarxistina mîna van çalakiyan zindî dibin û tên parastin.

Nahid kêfexweşiya xwe bi festîvalê anî ziman û da zanîn ku huner û kardestiyên hatine pêşandan bala beşdaran kişandine.

(bb)

ANHA