Komek din a bedewiyan ji Siwêdayê derket

Ji malbatên bedewî yên li Siwêdayê komek derket û ber bi Derayê ve ketin rê.

Komek din a bedewiyan ji Siwêdayê derket
Komek din a bedewiyan ji Siwêdayê derket
Komek din a bedewiyan ji Siwêdayê derket
Komek din a bedewiyan ji Siwêdayê derket
Komek din a bedewiyan ji Siwêdayê derket
24 tîrmeh, 2025   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev, ji malbatên bedewiyan nêzî 500 kes ji bajarok Kefer a Siwêdayê derketin û ber bi Derayê ve çûn. 

Beriya du rojan jî ji taxa Eşair a bajarê Şehba yê Siwêdayê nêzî hezar û 500 kes hatin derxistin û ber bi Derayê ve hatin şandin.

Derxistina malbatên bedewî ji Siwêdayê piştî êrişa tund, komkujiyên li dijî şêniyan û vekişîna hêzên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji Siwêdayê di nîvê Tîrmehê de, pêk hat.

Li gorî çavkaniyên çapemeniyê, ji bendên lihevkirina têkildarî Siwêdayê ya bi navbeynkariya navneteweyî, derxistina demkî ya malbatên eşîrên bedewî yên ku bi destpêka êrişan çûbûn Siwêdayê, werin dabînkirin.

Ji bendên din ên lihevkirinê, serbestberdana kesên ji Siwêdayê hatine revandin û dabînkirina vegera bi deh hezaran ji xelkê gundewarên bakur û rojavayê Siwêdayê ku ji ber êrişên revîne.

(fr)