Zêdetirî 100 cenaze di gorên komî de hatin definkirin

Ji kesên ku di êrişên li Siwêdayê de hatin kuştin, zêdetirî 100 cenaze di gorên komî de definkirin.

Zêdetirî 100 cenaze di gorên komî de hatin definkirin
24 tîrmeh, 2025   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Tenduristiyê yê Siwêdayê Usame Qendelift û bijîşkê tiba edlî yê Nexweşxaneya Wetenî Dr. Ekrem Neîm daxuyaniyek hevbeş a çapemeniyê da. Bijîşkan diyar kirin ku ji kesên di êrişên komên çekdar ên girêdayê hikumeta veguhêz de hatin kuştin, cenazeyên 100 kesa li goristana herêma El Ruha ya başûrê bajar di gorên komî de hatine definkirin.

Dr. Qendelift got, cenaze duh (23 Tîrmeh) bi amadebûna wan û bi hevkariya û oldar û şêxên Durziyan hatin definkirin. Her wiha îşaret pê kir ku definkirina cenazeyan li gorî merasîmeke belgeyî û mirovî  bi rêve çû.

Qendelift anî ziman ku nexweşxaneyê di dema êrişan de nêzî 500 cenaze pêşwazî kirin û da zanîn ku ji wan 388 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin û 118 cenaze nenas in.

Qendelift destnîşan kir ku cenaze li goreke taybet a jinan û yek a mêran hatin veşartin.

Bijîşkê tiba edlî Ekrem Neîm jî diyar kir ku hin cenazeyên endamên Hêzên ewlekariya giştî yên hikumeta veguhêz û 2 cenaze (jinek û mêrek) yên eşîrên bedewî hîna di morga nexweşxaneyê de ne.

Neîm anî ziman ku wan Heyva Sor a Sûrî agahdar kiribûn ku ger dixwazin cenazeyên veguhêzin Şamê yên jî defin bikin.

Dr. Ekrem Neîm aşkera kir ku hemû cenazeyên li goristan El Ruha hatine definkirin yên xelkê Siwêdayê ne û da zanîn ku aliyên eleqedar jî  ji bo parastina mafên mirovî û qanûnî ev yek belge kirine.

(fr)