Kombûna Zenûbiya û Yekitiya Jinên Êzidî ji ber wefata Onder sersaxî xwestin

Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava ji ber wefata Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder peyamên sersaxiyê dan.

Kombûna Zenûbiya û Yekitiya Jinên Êzidî ji ber wefata Onder sersaxî xwestin
4 gulan, 2025   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbiya ji ber wefata Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê weşand. Di peyamê de bal hat kişandin ser xebata hunerî û sînamgerî ya Sirri Sureyya Onder û hate gotin: "Xebtên wî yên sînamgerî wekî berhemên hunerî tenê nebûn, di heman demê de alavên berxwedanê û îfadeya îş û azarên gelan bûn."

Di peyamê de hate desntîşankirin ku Onder huner wek çekeke zanistî û çandî ya bi bandor bi kar an û wiha hat domandin "Wefata Onder windahiyek e, lê em di wê baweriyê de ne ku mîrateya wî ya têkoşînê dê di dil û hişê me de zindî bimînin û dê me ber bi siberojeke baştir ve bibe."

Di dawiya peyamê de hate goitn, "Em dê meşa wî ya têkoşîna avakirina civakeke adil û azad, aştî û wekhevî bidomînin."

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava jî bi boneya wefata Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê da. Di peyamê de sersaxî ji malbata Onder re hat xwestin û hate gotin "Sirri Sureyya Onder sembola têkoşîna aştiyane bû, parêzvanekî xurt ê nirxên demokasiyê bû. Jiyana xwe xist xizmeta mîsogerkirina aştiya rasteqîn û pêşxistina xwişk û biratiya gelan. "

Di dewama peyamê de hate gotin, "Onder dengê diyalogê bûn, helwestên wî li hemberî zulm û parçebûnê meşaleyek bûn. Bi wefata wî me mirovekî bêhempa û rastgo ji dest dan. Wefata wî windahiyeke mezin li ser astên siyasî û mirovî ye."

Di peyamê de sersaxî ji malbata Sirri Sureyya Onder û hevrêyên wî re hat xwestin "Em ji Xweda û Taûsê Melek dixwazin ku wî bi dilovaniya xwe şand bike û sebirê bide her kesî."

(bb)