Kombûna Zenûbiya: Bi Serhildana Jin Jiyan Azadî doza jinan bûye cîhanî

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kir ku Serhildana Jin, Jiyan, Azadî qonaxeke dîrokî ye ku nêrîna der barê pirsgirêkên jinan de guhertiye û rola jinan di têkoşîna azadî û rûmetê de xurt kiriye.

Kombûna Zenûbiya: Bi Serhildana Jin Jiyan Azadî doza jinan bûye cîhanî
18 îlon, 2025   03:45
REQA
DÎMA MIHEMED

Serhildana Jin, Jiyan, Azadî di 16`ê Îlona 2022`yan de, piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji hêla desthilata Îranê ve, dest pê kir. Serhildan veguherî tevgereke girseyî ya berfireh ku ji hêla jinên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ve hat rêvebirin û bandora wê li seranserê cîhanê belav bû.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Reqayê Nûr El Huda da zanîn kir ku Serhildana Jin, Jiyan, Azadî dersên pir girîng derxistine holê û got: "Wê îspat kiriye ku jin dikarin bibin çirûska guhertinê di civakê de”.

Nûr El Huda diyar kir ku berxwedana jinan di vê serhildanê de bû egera guhertineke bingehîn di têgihaştina pirsgirêkên jinan de li ser asta neteweyî û navneteweyî. Serhildan bû mijareke siyasî û mafên mirovan a sereke ku tevahiya cîhanê pê mijûl bû. Vê serhildanê di nava nifşên ciwan de hişyariyeke nû jî da çêkirin, roleke pêşengiyê da jinan û hesteke hevgirtina gerdûnî afirand.

Endama Komîteya Perwerdehiyê ya kombûnê Zeyneb El Hesen destnîşan kir ku jinan bi wêrekî li kolanan ew serhildan veguherand tevgereke berfireh a ku sînor derbas kirin. Zeynebê da zanîn ku jinan karî pirsgirêkeke herêmî veguherînin dozeke mirovî ya gerdûnî û jin bûn dengê azadî û edaletê li hember zilm û cudakariyê.

Zeynebê destnîşan kir ku bandora vê serhildanê gihaştiye qadên siyaset, civak û çandê, asta bihêzkirina jinan bilind kiriye û deriyên gotûbêjeke berfirehtir li ser wekhevî û mafan vekiriye.

Endama heman komîteyê Buşra El Elî jî diyar kir ku hîn jî astengî hene, zagonên ku wekheviyê asteng dikin li pêşiya jinan hene, lê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hêzeke mezin da tevgerên mafên jinan û mirovan li çar aliyên cîhanê û fikra ku azadiya jinan ji azadiya civakê nayê veqetandin, xurt kir.

Buşrayê di dewama gotina xwe de diyar ku Serhildana Jin, Jiyan, Azadî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bandorek kûr li ser asta navneteweyî kiriye û hikumet û rêxistin neçar kirine ku pirsgirêkên jinan têxin rojevên xwe.

(k)

ANHA