ˋNameya Rêber Apo bi bandor e û di demek hestiyar de hatˊ

Şêxên eşîran li Helebê diyar kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên Sûriyeyê re bi bandor e, ji ber ku ew banga têkiliyên di navbera Ereb û Kurdan de dike û dîroka hevpar a her du gelan nîşan dide.

ˋNameya Rêber Apo bi bandor e û di demek hestiyar de hatˊ
18 îlon, 2025   04:48
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Rêber Abdullah Ocalan nameyek ji şêx û rûspiyên eşîrên Sûriyeyê re şandibû û tê de qala têkiliya dîrokî ya di navbera gelên Ereb û Kurd de kiribû. Nameyê li seranserê Sûriyeyê dengek veda.

Eşîrên Helebê dilsoziya xwe ji bo nirxên hezkirinê û hewldanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo xurtkirina aştiya di navbera gelan de anîn ziman.

Şêxê eşîra Eldîdan a Berazî a Sûriyeyê Ehmed Sadiq Heyder got nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji şêx û rûspiyên eşîran li Sûriyeyê nameyeke hêja ye û got: "Em nameya ku Rêber Apo ji me re şandiye, nirxdar e û em spasî û rêzdariya xwe ji bo wî diyar dikin.”

Sadiq Heyder got: "Nameya Rêber Abdullah Ocalan û banga wî ya ji bo biratî, azadî û edaletê, bandoreke kûr li ser me çêkir.”

Her wiha diyar kir ku eşîrên Helebê dê dilsozê nirxên hezkirin û yekitiyê bin, bi axa xwe ve girêdayî bin û jiyana hevbeş û têkiliya dîrokî biparêzin.

Şêx Elî El Hesen ê ji rêveberên Meclisa Olî yê ji eşîra Elbûxemîs jî got: "Em beramberî bûyerek girîng a dîrokî ne, ew jî nameya ku Rêber Abdullah Ocalan ji zindana Îmraliyê ji şêx û rûspiyên eşîrên li Sûriyeyê re şandiye. banga têkiliyên hevpar di navbera Ereb û Kurdan de dike û dîroka hevpar di navbera her du gelan de nîşan dide.”

El Hesen da zanîn ku Ereb û Kurd bira ne û divê ew li hember alozî û pirsgirêkên ku li Sûriyeyê bibin yek ta ku ewlehiyê pêk bînin got: "Di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de bijîn da ku em bikarin di nava civakên xwe de demokrasî û edaletê ava bikin.”

El Hesen diyar kir ku têkiliyên kûr ên di navbera gelên Kurd û Ereb de hene û got: "Tu kes an tu hêz nikare nakokî û fitneyê di navbera wan de çêke.”

(k)

ANHA