Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li hilbijartinên şaredariyan bû

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku ew tev li hilbijartinên şaredariyan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû ku çaverê ye di 30'ê Gulanê de bên lidarxistin û dest bi amadekariyê ji bo hilbijartina namzetan kir.

Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li hilbijartinên şaredariyan bû
Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li hilbijartinên şaredariyan bû
Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li hilbijartinên şaredariyan bû
Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li hilbijartinên şaredariyan bû
Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li hilbijartinên şaredariyan bû
Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li hilbijartinên şaredariyan bû
Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li hilbijartinên şaredariyan bû
Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li hilbijartinên şaredariyan bû
21 nîsan, 2024   16:29
REQA

Ji bo piştgiriya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya di hilbijartinên şaredariyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jinan meşek li dar xist. Di meşê de endamên rêxistinên jinan, siyasî û leşkerî beşdar bûn. Meş ji pêş avahiya Meclisa Giştî ya Reqayê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Neîm ve kete rê.

Li wir li ser navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuuaniyê de hat ragihandin ku jin ji hêla jinan ve dê werin hilbijartin û tev li hilbijartinên destpêkê bin û hate gotin meclis amade ye bi hêzên demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevbendiyê bike, ji ber ku hevbendiya hêzên demokratîk şaredariyên demokratîk bi ser dixin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên ku dixwazin bibin namzet divê daxwazên xwe pêşkêşî navendên Kombûna Jinan a Zenûbiya bikin û dîroka hilbijartina namzetan dê di demeke din de bê diyarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi domandina xebatê ji bo biserxistina hilbijartinan û rêveçûna wan bi awayekî demokratîk û wekhev hat dayîn.

(mh)

ANHA