Şewatên li Laziqiyê 3 roj e didomin

3 roj e li gundewarên Lazqiyê şewat venemirîne û li ser jiyana şêniyan bûne gef. Erdnîgariya asê û daristanên gur hewlên vemirandinê asteng dikin.

Şewatên li Laziqiyê 3 roj e didomin
24 îlon, 2025   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

3 roj e li gundewarên Laziqiyê şewat berdewam in. Li gundê Zinyo yê li çiyayên Qerdaha şewateke mezin çêbûye û bayê xurt hişt ku agir zû belav bibe û bigihêje gund û bajarokên Qerame, Behlewiyê, Xemam û Refîayê. Li gundê Tirtiyah ê nêzî bajarokê Selma jî şewat çêbû û mal û mezreyên welatiyan di metirsiyê de ne.

Der barê mijarê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji ber dûmana zêde rewşên fetisînê di nava welatiyan de çêbûn û gelek ji wan rakirine nexweşxaneyan.

Xelkê herêmê hewl dide şewatan vemirîne, lê erdnîgariya asê û daristanên gur li pêş hewlên wan bûne asteng.

Her wiha hate diyarkirin ku tu aliyên fermî ji bo vemirandina şewatan xebatê nakin.

(fr)