Dîmenê leşkerên Tirk ên li Dihokê kelûpelên gundiyan didizin

Rojnewsê dîmenên leşkerên artêşa dagirker a Tirk ku bi rojê li nav gundê Sergelê yê Amêdiyê digerin, her tiştên gundiyan didizin, weşand.

Dîmenê leşkerên Tirk ên li Dihokê kelûpelên gundiyan didizin
3 kanûn, 2024   21:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Rojnewsê dîmenê liv û tevgera leşkerên artêşa dagirker a Tirk ku bi rojê li nav gundê Sergelê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve digerin weşand. 

Li gor agahiyên çavkaniyê herêmî, ev dîmene yê kêliya ku leşkerên artêşa Tirk bi wesayîtên zirxî yên leşkerî di nav gundê Sergelê de geriyane, tiştên gundiyan didizin, hatiye kişandin.

Li gor agahiyên ji welatiyên gund dane ajansê, leşkerên Tirk ji bo dizî û têkdana jiyana xelkê gund çûne gund û tiştên wek bermîlên petrolê, hesin û her tiştekê ku bi kêrî wan were dizîn. Welatiyên gundê Sergelê jî ji tirsa jiyana xwe nekarîne nêzîkî leşkerên dagirker bibin.