Mezargehên Tertûsê hatin texrîbkirin û şewitandin

Komeke çekdar a girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê sembol û mezargehên olî yên li destşa Ekar a başûrê Tertûsê şewitandin.

Mezargehên Tertûsê hatin texrîbkirin û şewitandin
5 kanûn, 2025   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku komeke çekdar a hikumeta veguhêz mezargehên Şêx Mihemed El Ecemî, Şêx Hamid Zexbûr, Şêx Ehmed El Şabanî yên li gundê Xirbet El Ekrad ê deşta Ekar a başûrê Tertûsê şewitandin.

Li gorî SOHRˊê, dema şêniyan miriyekî xwe defin dikir dîtin ku mezargeha Şêx Mihemed El Ecemî hatiye texrîbkirin, kolandin, û gorên derdorê hatine şikandin. Şêniyan bang li aliyên eleqedar kir ku bûyerê lêpirsîn bikin.

Vê yekê şêniyên herêmê bi hêrs kir û diyar kir ku bêdengiya li hember bûyerên wiha teşwîqê çêdike û derî li pêş krîz û destdirêjiyên li dijî şênî û baweriyan wan vedike.

Şêniyan banga lêpirsînê û cezakirina kesên destê wan di bûyerê de heye kir.

(fr)