Meclisa Gelan xebatên 2025ˊan nirxandin, plansazî danî

Meclisa Gelan a Demokraîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo nirxandina xebatên îsal û danîna plansaziya bê civînek li dar xist.

28 kanûn, 2025   22:16
AMÛDÊ

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi armanca nirxandin xebatên îsal û danîna plansazî û stratejiya sala bê, nîqaşkirina zehmetî û astengiyên rûbirûyî meclisê hatine, civînek li dar xist.

Di civîna ku li hola Meclisê ya li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê hatiye organîzekirin de, hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kenan Berekat amaje bi destkeftiyên di warên siyasî, dîplomasî, rêxistinî û leşkerî kir û rola şehîdan di pêkanîna van serkeftinan de bi bîr anî.

Piştre rapora salê ya meclisê hat xwendin. Di raporê de behsa xebatan, zehmetiyên rûbirûyî meclisê hatin kirin. Li kêlek wê jî rewşa rêxistinî, îdarî, mekanîzmayên xebata meclisê, rêbazên pêşxistina têgeha Rêveberiya Xweser û pêşxistina rola meclisê di xizmetî civakê de hatin nîqaşkirin.

Tariq Hesen û Gulistan Hîbo yên ku berê ji bo endamtiya meclisê hatibûn hilbijartin sond xwarin.

Civîn bi van biryaran bi dawî bû:

Amadekirina rêziknameyê li gorî Hevpeymana Civakî û qanûnan.

Avakirina komîteyên taybet li gorî mekanîzmeyên şopandinê û çavdêriyê.

Amadekirin û biryardana budçeya taybet bi kanonê bi hevkariya Meclisa Rêveber û meclisên bajaran.

Pejirandina siyaseta darayî li gorî rêziknameya bacê ya nenavendî ya nû û qanûnên wê.

Lidarxistina civînên sê mehan ji bo nirxandina raporên darayî û performansa saziyên rêveberiyê.

Avakirina komîteya siyasetên giştî û komîteyên gel li bajar û bajarokan.

Pabendkirina saziyên (Meclisa Rêveber, şaredarî, edaleta civakî, Ewlekariya Hundirîn, Parastina Civakî) bi pêşkêşkirina raporên xwe yên mehane.

Avakirina komîteyên lêpirsîna sûcan û komîteya lêkolînkirina giliyan.

Lidarxistina civînên girseyî yên periyodîk ji bo agahdarkirina şêniyên li ser xebatên rêveberiyê.

Xebatên destpêkê ji bo beşa xizmetguzarî (sotemenî, zimhêr û firne) û çareserkirina pirsgirêkan bin.

Li gorî raporên çavdêriyê hesab ji aliyên kêmasî kirine were pirsîn.

Pêşxistina şiyanên endaman bi rêya dewreyên perwerdê û budçeyek taybet jê re were danîn.

Pabendbûna bi encamnameyên Koordînasyona jinan.

Serdanên berpirsên siyasî û sivîl ji bo nîqaşkirina mekanîzmayên avakirina meclisan werin kirin.

Komîteyek ji bo şopandina bernameya xebatê ya 2026ˊan were erdkarkirin, komîte ji bo serjimariyê werin avakirin.

Xwendina rapora dawî ya komîteya budçeyê di rûniştina taybet de.

(fr)

ANHA