Ciwanên PYD`ê li Lubnanê: Em heta dawiyê bi xeta şehîdan û çareseriya demokratîk re ne

Ciwanên PYD`yê li Lubnanê ragihandin ku heta “civakeke demokratîk a azad li Sûriyeya pirreng û nenavendî ava bibe” ew ê li ser xeta şehîdan û têkoşînê bin.

Ciwanên PYD`ê li Lubnanê: Em heta dawiyê bi xeta şehîdan û çareseriya demokratîk re ne
20 îlon, 2025   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk a PYD`ê şaxê Lubnanê bi daxuyaniyekê damezirandina partiyê silav kir û gotin: “Avakirina partiyê, li hember siyasetên qirkirinê û çewisandinê yên Baasê gaveke bi cesaret bû. Berxwedana şehîdan ji 12`ê Adarê û heta îro, bingeha berdewamkirina xeta siyasî û nîştimanî ya partiyê ye.”

Ciwanan di daxuyaniyê de gotin ku çareseriya yekane ya aloziya li welêt, sepandina pergaleke demokratîk a nenavendî û komînal e û bang kirin ku destûreke nû bê sazkirin ku mafên pêkhateyên misoger dike. Her wiha ciwanan, banga yekitiyê kir ji ber ku destkeftiyeke dîrokî ye.

Di dawiyê de ciwanan teqezî bi însiyatîfa “Aştiyê û Civaka Demokratîk” kirin a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye û gotin ew rêya herî guncew e ji bo ku gelên herêmê ji êş û planên hegemonya navneteweyî xilas bibin.

(şx)

ANHA