Senherîb Bersûm: Hêzên sûriyeyî rêveberiya yekalî red dikin

Partiya Yekitiya Suryanî serdana Şam û Siweydayê kir û bi gelek hêzên demokratîk re civiya. Hevserokê partiyê Senherîb Bersûm diyar kir ku nêrîna her kesî li ser Sûriyeyê yek e ku divê çareseriya siyasî bi lez pêk bê û hemû rêvebiriya qonaxê ya yekalî red dikin.

Senherîb Bersûm: Hêzên sûriyeyî rêveberiya yekalî red dikin
29 ÇILE, 2025   06:17
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÎ

Partiya Yekitiya Suryan li Şamê gelek civîn li dar xistin û li Siweydayê bi taîfeya Durziyan re civiya. Hevserokê partiyê Senherîb Bersûm têkildarî gera xwe ji ajansa me re axivî.

Li gorî Bersûm gelek sedemên serdanan hene; vekirina nivîsgeha partiyê, destpêkirina karê rêxistinî û siyasî li Şamê. Bersûm got: "Di vê pêvajoyê de em dikarin hêdî hêdî xwe li herêmên cuda yên welêt berfireh bikin. Şam jî xala bingehîn a xebatên siyasî ye."

Bersûm wiha domand: "Li Şamê tevgereke siyasî heye û tevahî hêzên siyasî yên li derve kar dikirin, niha li Şamê ne lewma bûye navendeke giraniya siyasî li Sûriyeyê."

Bersûm wiha li axaftina xwe zêde kir: "Li aliyekî din, em hewl didin partiya me di nava gelê me li Şamê de çalak bibe. Dûre em ê derbasî bajarên din bibin. Di serdanê de me nivîsgeheke partiyê vekir. Nivîsgeheke  me li Himsê jî heye."

Bersûm anî ziman ku partiyê li Şamê bi keşîşên gelek dêran û taîfeyan re civiyaye û wiha pê de çû: "Ji bo yekitiyê, hevdîtin û civînên bi pêkhateya suryan û xiristiyan re, di vê pêvajoyê de gelek girîng in."

Bersûm diyar kir ku armanca hevdîtinên wan li gel partiyan û hêzên siyasî yên demokratîk, parvekirina nêrînan e û li gorî ku Bersûm aşkera kiriye partiyê  li Şamê serdana nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û kesayetên siyasî yên cuda kiriye.

Bersûm destnîşan kir ku tevahî hêzên siyasî û partiyên pê re rûniştine, dixwazin Sûriye yek be, pêvajoya siyasî bi lez be, her kes tev li vê pêvajoyê bibe, tevahiyan jî birêvebirina vê pêvajoyê ji aliyekê ve, red kir û destnîşan kir ku lidarxistina kongreya nîştimanî, bidestxistina hevbeşiya adil û rastîn gelekî girîng e û got her kes li benda kongreyeke cidî û durist e, ji bo ku derbasî pêvajoya veguhastinê bibin.

Her wiha Bersûm got di civînan de, pirrengiya neteweyî, olî, misgorekirina mafên pêkhateyan û pergala nenavendî mijarên sereke bûn.

Der barê serdana Siweydayê de, Bersûm wiha axivî: "Di rûniştina me li gel şêx Hikmet El Hecrî û hin kesayetên din, me nêrînên xwe parve kirin. Hema bêje nêrînên me nêzî hev bûn. Nemaze di mijarên kêmnetewe, pirrengiyê û mafên pêkhateyan. Her wiha divê Sûriye li ser bingehên demokratîk, pirrengiyê, û nenavendîbûnê bê avakirin. Ev têgeh ji bo hemû sûriyeyiyan e."

Bersûm destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de hevdîtin û civîn gelek girîng in.

Bi nêrîna Bersûm, sazkirina destûrê, bicihkirina xalên ku hewl didin di destûrê de bi dest bixin, hilbijartin, birêvebirina pêvajoya nû, avakirina hikumeta demkî, gelekî girîng in lewma bang li partiyan kir ku xwe bi awayekî baş ji vê pêvajoyê re hazir bikin û nûnerên rastîn ji bo hêzên demokratîk di Sûriyeyê de hebin.

Bersûm di dawiyê de got: "Li gorî pêwîstiyê, em ê civîn û serdanên din çêkin. Di çarçoveya MSD`ê de amadekariyên çalakiyan tên kirin. Jê lidarxistina komxebateke şêwirê li Şamê di dema bê de."

Partiya Yekitiya Suryan, yek ji partiyên MSD`ê ye. Têkiliya wê bi Hevalbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê û Hevalbendiya Demokratîk a Sûriyeyê re xurt e.

(şx/fr)

ANHA