Koçberên ji Efrîn û Şehbayê êrişên li ser Şêxmeqsûdê şermezar kirin

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê êrişa çekdarên desthilata Şamê ya li ser taxa Şêxmeqsûdê û binpêkirinên li herêmên perava Sûriyeyê şermezar kirin.

Koçberên ji Efrîn û Şehbayê êrişên li ser Şêxmeqsûdê şermezar kirin
10 adar, 2025   15:18
REQA

Koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê yên li bajarê Reqayê hatin gel hev û têkildarî êrişên çekdarên desthilata Şamê yên li ser taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê û binpêkirinên li perava Sûriyeyê yên li dijî sivîlan daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera Komîteya Kar û Barên Koçerên Efrîn-Şehbayê Sebah Mihemed ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rejîma Baasê di encama şoreşekê de ku zêdetirî 14 salan dewam kir û bi fedakariya bi deh hezaran sûriyeyan hat rûxandin. Hate gotin, piştî rûxandina rejîmê hêviyên avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirreng zêdetir bûn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi desthilata Şamê de hat kirin û wiha hat domandin: "Gihaştina Heyet Tehrîr El Şam li ser desthilatê û lidarxistina kongreyên bêyî beşdarkirina tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê jî desthilata navendî ya yekreng xurttir kir. Vê jî hêviyên sûriyeyan qut kirin û metirsiyên qirkirina siyasî li dijî pirrengiya nîştimanî çêkirin."

Di daxuyaniyê de koçberkirina xelkê Efrîn û Şehbayê, binpêkirinên li dijî siîvlên li perava Sûriyeyê, qetilkirina zarok, jin û kal û pîran, talankirin û şewitandina malan bi tundî hatin şermezarkirin.

Her wiha êrişên li ser taxa Şêxmeqsûdê hatin şermezarkirin û hişyarî hate dayîn ku senaryoyên koçberî û êrişên li ser Efrîn û Şehbayê dubare bibin.

Bang li civata navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Komkara Erebî û Yekitiya Ewropayê jî hat kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin û li ber hewldanên gurkirina şerekî navxweyî bigirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, berxwedana gel a li dijî êrişan dê heya serkeftinê û vegera ewle ya koçberên Efrîn-Şehbayê li warê xwe, dewam bike.

(bb)

ANHA