Koordînasyona Jinan banga rawestandina sûcên li dijî jinan ên li peravên Sûriyeyê kir

Kordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez bikevin nava tevgerê ji bo rawestandina sûc û binpêkirinên li dijî sivîlan û bi taybet jinan ên li herêmên beravên Sûriyeyê.

Koordînasyona Jinan banga rawestandina sûcên li dijî jinan ên li peravên Sûriyeyê kir
10 adar, 2025   15:14
REQA

Kordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê binpêkirin û sûcên ku li peravên Sûriyeyê li dijî sivîlan, bi taybet li dijî jinan, pêk tên, daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên saziyên Rêveberiya Xweser li ber avahiya rêveberiyê ya li bajarê Reqayê ji aliyê seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Umer ve hate xwendin.

Di daxuyaniya xwe de sûc û binpêkirinên li dijî jin û zarokan ên li beravên Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Daxuyaniyê bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û hemû hêzên navneteweyî kir ku helwesteke şênber nîşan bidin, "kuştina jinan rawestînin û ji kujeran û qirkeran hesabê bipirsin", her wiha hate xwestin ku "lêpirsîneke berfireh were destpêkirin.”

Koordînasyonê di dawiya daxuyaniya xwe piştgiriya xwe ji bo jin û gelê li herêmên peravê nîşan da û diyar kir ku ew ê ji bo pêkanîna demokrasiyê û avakirina siberojeke geş ji bo jinên Sûriyeyê, li gorî felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşînê berdewam bikin.

(k)